‘Ragihandina azad paşde gav neavêt’

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku bi polîtîkayên AKP’ê yên êrîşkar re cezayên li weşanan tên birîn, êrîş û gefên li rojnamegeran tên xwarin, zêde bûne û got ku tevî hemû êrîş û zextan jî ragihandina azad paşde gav neavêt

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) bi daxuyaniyeke nivîskî di sala 2018’an de êrîşên li ser ragihandina azad û daneyên der barê rojnamegerên jin de aşkera kir û bal kişand ser êrîşên AKP’ê yên li ser çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi polîtîkayên AKP’ê yên êrîşê re cezayên li weşanan tên birîn, êrîş û gefên li rojnamegeran tên xwarin, zêde bûne û wiha hat gotin: “Nêzîkatiya li dijî rojnamegeriyê ya şikandina rûmetê, ji hêla pîşeyî ve nayê pejirandin. Sîxirtî li me tê ferzkirin. Erka rojnamegeran ew e ku rastiya derxînin holê, ne sîxurtî ye. Ev ferzkirin şerma desthilatdarî û ya mirovahiyê ye. Di vê dema bihurî de sazî û rojnamegerên ku nekarî teslîm bigirin û bixin xizmeta xwe ya şerê taybet, bi derstgîrkirin û girtinê gef li wan hatiye xwarin û bi vî awayî xwestine bêdeng bikin û bigihîjin encamê. Lê belê van zextên wan nikaribûne li çapemeniya azad gav paşde bide avêtin, berevajiyê wê baweriya wan zêdetir bi karê wan hatiye. Çapemeniya Azad, tu carî li cem serdestan cih negirt, her tim li cem bindest û berxwedêran sekinî û dê ev her tim jî wisa be.”

Piştî axaftinê daneyên binpêkirinan hatin parvekirin. Di sala 2018’an de binpêkirinên mafên rojnamegerên wiha ne:

*13 rojnamegerên jin hatin girtin.

*6 rojnamegerên jin hatin berdan.

*12 rojnamegerên jin ceza girtin.

*3 rojnamegeran ji 6 dozan bi giştî hatin darizandin û ceza girtin.

*58 rojnamegerên jin hatin darizandin.

*2 rojnamegerên jin hatin beratkirin.

*40 rojnamegerên jin hatin binçavkirin.

*Sixurî li 2 rojnamegerên jin hat ferzkirin

*2 rojnamegerên jin li ser tevna civakî û bi telefonê gef li wan hat xwarin.

*Polîsan di ser buroya JinNewsê de girt û girteka serdegirtinê jî nehat girtin.

Weşanên hatin avakirin

Saziyên weşanê yên jinan ên hatine avakirin

*8’ê Adarê Jin TV ku hemû xebatkarên wê jin in hat vekirin.

*Woman TV hat vekirin. AMED