Kurd û dostên xwe berê xwe didin Parîsê

Navenda Nûçeyan

Bi boneya 6’emîn salvegera qetilkirina sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez dê roja 12’ê çileyê li Parîsê meşeke protestoyî pêk bê. Gelek saziyên jinan bi daxuyaniyên cuda banga tevlêbûna meşê kirin

Sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransaya Parîsê bi fermana serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Tevî hemû delîlên ku derketin holê ku qetlîma ji aliyê kê ve hatiye kirin jî lê heta niha çi hikûmeta Fransayê çi jî dewletên Ewropayê der barê vê yekê de tu tişt nekirine. Heta kujer Guney bi komploya hin hêzan beriya derketina pêşberî darazê li girtîgeha ku lê dima mirî hat dîtin.

Lê tevî vê komploya navneteweyî jî jinên kurd û kurdistanî dev jê dozê bernedan û ji bo darizandina berpirsyaran her di nav çalakiyan de ne. Ji ber vê yekê jinên kurd bi boneya salvegera 6’emîn qetilkirina sê jinên kurd û hesabpirsînê dê 12’yê çileyê li Parîsê meşeke protestoyî li dar bixin.

Têkildarî meşê gelek sazî û dezgehên kurdistanî daxuyaniyên nivîskî weşandin û banga tevlêbûnê kirin.

Berxwedana Sara didome

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên kurd, gel û dostên kurdan 6 sal in bi daxwaza edaletê û cezakirina sûcdaran bang li dewleta Fransayê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û wiha got: “Lê belê dewleta Fransayê bi helwesta xwe bû sedem ku hêzên fermana komkujiyê dane neyên aşkerakirin. Jin û gelê kurd 6 sal in daxwaza edaletê dikin. Heta ku berpirsyar werin cezakirin dê têkoşîna me bidome.”

Di daxuyaniya xwe de TJK-E’yê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Leyla Guven li dijî tecrîdê daye destpêkirin ku ev 63 roj in didome û wiha domand: “Berxwedana ku hevrê Sakîne li zindana Amedê da, niha ji aliyê Leyla Guven ve li zindana Amedê dewam dike û pêl bi pêl mezin dibe. Daxwaza Leyla Guven daxwaza jin û gelê kurd e.”

Her wiha di dawiya daxwiyaniyê de bang li jin, gelê kurd û dostên gelê kurd hat kirin ku di 12’yê çileyê de li Parîsê bin.

Komkujî ji bîr nabe

Bi heman armancêvYekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan komkujiya ku ji aliyê ajanên MÎT’ê ve li pêş çavên hemû welatên Ewropayê pêk hatiye, ji bîr nekiriye û ji bo meşa li Parîsê bang li gelan û bawermendan bi taybetî civaka elewî kir ku tev li meşa maf û rastiyê bibin.

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad (JCA) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku ew 12’ê çileyê bibin bi hezaran Sara, Rojbîn û Ronahî û hesab ji kujer û berpirsyaran bipirsin.

Çalakger jî dê tev li meşê bibin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdê hatiye destpêkriin, di roja 24’an de ye. Çalakgerên grevê jî li ser salvegera 6’emîn a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek dan û diyar kir ku têkoşîna jinên kurd bi Sarayan mezin bûye. Her wiha çalakgeran ragihand ku dê roja 12’ê çileyê tev li meşa li Parîsê bibin û bang li kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku tev li meşa mezin bibin.