Di xeyalên deh saliyê de Sara

Berjîn Bêrîtan

Her gotin û kêliyê weke perwerdeyê û şopa jiyanê dihişt.  Ev yek ji teybetmendiya jina pêşeng û xwedî hişmendiya lêgerîna azadiyê bû. Xeyal û hîskirina zarokan tu caran nayê jibîrkirin

Ez gelekî fikirîm ka ez ji bo te çi bêjim û çi bînim ziman. Ji ber wê her gotin dê ji bo vegotina te kêm bimîne. Min te di zaroktiya xwe de nas kir û ez bûm heyrana çelengiya te. Lê belê, ev demeke kin dom kir. Dema ku min te dît ez di temenê xwe yê deh salî de bûm. Lê belê tu caran min te ji bîr nekir heta roja îro.

Dema ku gotin li ser te têne honandin kî dizane dê kîjan gotin bên gel hev û ji bo te gotin bêne honandin? Ev jî cesaretê dixwaze. Ez ê vê yekê jî bêjim; ez naxwazim te weke xwedawendek û bi pîroziya olan nîşan bidim û pesindayîna te bikim. Ji ber ku te tu caran ji pesindayîn û pîroziya kesan hez nedikir. Ez jî nakim û nabêjim. Jixwe pêwîst jî nake pesindayîn û gotinên honandî ji bo te bêjim. Min heya vir negotiye ku ev kes kî ye. Ez bawer im hûn ê bizanin ku ez qala kê dikim. Ji ber ku encax pênûs ji bo mirovên hêja nekarin binivîse û bisekine. Ew kes;  ji yek ji wan jinên ku tu caran nayên jibîrkirin Sakine Cansiz e.

Min ew di deh saliya xwe de nas kir. Ez dixwazim cara yekem di vê nivîsê de bîranîneke xwe bînim ziman. Rojek ez ji dibistanê dihatim malê. Ez pir westiyabûm. Dersa me ya werzîşê hebû, me ewqas birê lîstibûn ku em ji hal ketibûn û ewqas jî birçî bûbûn. Ez jî piştî dersê hatim malê û min got, niha dayika min xwarin çêkiriye û ez ê xwarin bixwim. Ez çûm malê dayika min li malê nîne û xwarin jî ne amade ye. Hemû xeyalên min têk çûn. Ez ketim nav hewldanan ku ez dayika xwe li ku bibînim. Min di dawiyê de agahiyek bihîst ku hemû jinên taxa me li mala apê min kom bûne. Ez jî çûm û min got hebe nebe dayika min jî li wir e. Bêguman ev jî heye ku gelo ez ê dayika xwe bibînim an na. Ji ber ku hevala Sara nobedareke jin daniye ber derî û nahêle ne kesek derkeve derve ne jî bikeve hundir. Em zarok hemû li ber derî kom bûne û li benda dayikên xwe ne. Cara yekemîn dayika min perwerdeya jinê didît û mamoste jî hevala Sara bû.

Birçîbûna min dewam dikir û saet bûye yek, hîn perwerde xelas nebûye. Min hew xwe girt, bi hêrs ketim hundir û min got ez birçîme. Dema dayika min, ez dîtim hem aciz bû hem jî şerm kir. Hevala Sakîne bang li min kir û got, were ez ê xwarinê bidim te.  Min jî got, bi rastî dê xwarinê bide min. Ez bi hestên zarokatiya xwe çûm gel wê û min da rûniştandin. Wê demê ji min re got, te tenê xwarina nîvro nexwariye. Lê belê dayika te bi salan xwarin nexwariye. Qala perwerdeyê kir û ji min re got tu êdî bi dengek bilind nebêjî ez birçî me, temam? Min jî got, temam.

Jixwe kî dikarî ku ji nêrînên bi heybet re bêje na. Ji ber ku ewqas ji dil li te temaşe dikir ku di kêliyan de te îkna dikir. Ez dikarim bêjim ji wê rojê ve min bi dengekî bilind negotiye ‘ez birçî me û dayika min jî her tim di perwerdeyan de ye.’ Ev jî baş dida hîskirin ku girêdana bi heval Sara re çawa ji perwerdeyê sûd dihat girtin.

Her gotin û kêliyê weke perwerdeyê û şopa jiyanê dihişt.  Ev yek ji teybetmendiya jina pêşeng û xwedî hişmendiya lêgerîna azadiyê bû. Min xwest ez bi van gotinan wê rojê bi bir bînim. Ji ber ku xeyal û hîskirina zarokan tu caran nayên jibîrkirin û nayê kêmkirin.

Tu Dikari Biecibînî