Li dijî tundiyê yekane rê rêxistinbûn e

Elîf Can Alkan / Amed

Di sala 2018’an de li gorî daneyan, 394 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û bi sedan jin jî rastî tundî, tacîz û tecawizê hatin. Têkildarî mijarê seroka Komeleya Rosayê ya Amedê Adalet Kaya axivî û da zanîn ku divê di nav civakê de li dijî tundiyê mekanîzmaya têkoşîn û rêxistinbûnê pêk were

Sala 2018’an ji aliyê jinan ve her çiqas salake berxwedan û têkoşînê bû jî, ewqas jî saleke tundî û qetilkirina jinan bû.  Di sala 2018’an de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hema hema her roj jin ji aliyê mêran ve rastî tundî, tacîz, tecawizê hatin û hatin qetilkirin.

Der barê tundiya li ser jinan de gelek nirxandin tên kirin. Li gorî nirxandinan, bêkarî, nebûna aboriyeke serbixwe ya jinan û bêperwerdeyî sedemên herî girîng ên tundiya li ser jinan û qetilkirina wan e. Her çiqas ev sedem bên destnîşankirin jî, tundiya li ser jinên xwedî pîşe, kuştina mamosteyên jin û tundiya li ser jinên li malê nîşan dide ku sedemên ku li jor hatine diyarkirin, ne sedemên bingehîn in. Gelo sedemên bingehîn ên tundiya li ser jinan çi ne?

Hemû saziyên jinan hatin girtin

Zîhniyeta baviksalar ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serdest e, di 16 salên hikûmeta AKP’ê de kûrtir bû û bandora xwe ya li ser jinan zêdetir kir. Asta tundiya li ser jinan balkêş e ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê, di lûtkeyê de ye. Hikûmeta AKP’ê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK), êrîşî sazî, dezgeh û destkeftiyên jinan kir, çalakî qedexe kirin û bi van pêkanînan jî pêşî li tundiya li ser jinê vekirin û jin rasterast kirin hedef.

Bi taybetî asta tundiya li ser jinan, di sala 2018’an de derket jor û hîn jî didome. Di nav salekê de bi sedan jin hatin qetilkirin, bi sedan jin rastî tundî, tacîz û tecawizê hatin. Êrîş, tundî û qetilkirina jinan bi taybetî jî piştî axaftinên rayederên dewlet û hikûmetê hîn zêdetir dibin.

Axaftinên zayendperest

Ji serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan heta wezîr, serokên şaredariyê û rektoran, rayedarên dewlet û hikûmetê bi axaftin û nirxandinên xwe di sala 2018’an de tundî û qetilkirina jinan teşwîq kirin û hewldan ku rewa bikin. Jixwe bi derxistin û guhertina qanûnan jî ev yek bi awayekî fermî hate rewakirin. Bi qanûnan mafên jinan ên parastinê ji destên wan hatin girtin û qanûn bi temamî xistin xizmeta mêran. Di heman demê de çapemeniya desthilatê jî li gorî polîtîkayên hikûmetê, bi weşanên xwe bedena jinan teşhîr kirin û tundiya li ser jinê jî teşwîq kir.

Çend mînakên ji axaftinên rayedarên hikûmetê yên di sala 2018’an de ku rê li ber tundiya li jinan vedikin wiha ne:

-Serokkomarê tirk Erdogan beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê di civînekê de bal kişand ser wekheviya jin û mêran û diyar kir ku jin û mêr ji aliyê fitratê ve ne wekhev in û ev mînaka sosret da: “Ma jin dikare bi qasî mêrekî 100 km’yî baz bide?”

-Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê yê berê Melîh Gokçek ku li Fakulteya Ragihandinê ya Haci Bayram Velî tev li panela ‘Bajar û Medya’yê bû, di axaftinên xwe de bi awayekî vekirî tecawiz rewa kir û wiha got: “Jinên ku nîvê şevê li derve bin, alkolê vexwin, rû bidin mêran û etekên kin li xwe bikin divê xwe li tiştên ku bên serê wan jî rabigirin.”

Mirov dikare gelek mînakên din jî li ser van mînakan zêde bike. Lê bi tena serê xwe ev mînak jî, nîşan dide bê ka polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî jinan çiqas kûr û dijwar in.

Li gorî daneyan 394 jin hatine kuştin

Der barê mijarê de Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) beriya sersalê daneyên sala 2018’an de parve kir. Li gorî daneyên KCDP’ê, di 11 mehên sala 2018’an de 394 jin hatine kuştin û 269 jin jî rastî tundiya zayendî hatin. Lê ev dane tenê yên li gorî bûyerên ku di çapemeniyê de hatine nîşandan in. Lê ji ber ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser gelek bûyerên di çarçoveya tundiya li ser jinan de tê girtin, tê texmînkirin bîlanço ji ya hatiye ragihandin pir mezintir e.

Mekanîzmaya rêxistinbûnê pêwîst e

Têkildarî tundiya li ser jinan, seroka damezirînera Komeleya Rosayê ya Amedê Adalet Kaya bi e-rojname yê re axivî. Kaya di serî de qala armanca vekirina Komeleya Rosayê kir û destnîşan kir ku wan komele bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li jinan ava kiriye. Kaya destnîşan kir ku ew bi rêya komeleyê hewl didin li dijî tundiya li jinan, mekanîzmayeke rêxistinbûnê ava bikin.

‘Bingeha tundiyê polîtîkayên kapîtalîzmê ne’

Di berdewamê de jî Kaya da zanîn ku di esasê xwe de tundiya li dijî jinan ku bi taybetî jî sala 2018’an, di sê salên dawîn de li gelemperiya cîhanê derketiye asta jor û wiha domand: “Bingeha vê tundiyê, polîtîkayên kapîtalîzmê ne. Polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê yên der barê tundiyê de ji yên dewletên din cudatir nîne. Ji ber polîtîkaya şer û yekperestiyê ya hikûmetê, tundiya di nav malbatan de jî zêdetir bûye. Ev tundî ji hêla hikûmetê ve tê rewakirin. Heta ku mekanîzmayên rewakirinê jixwe hatine avakirin. Yek ji van mekanîzmayan jî daraz e. Daraz di bin kontrola hikûmetê de ye. Daraz kesên li jinan tundiyê dikin, yên tacîz û tecawizê dikin bêceza dihêle. Ev kes bi rehetî di nav civakê de digerin. Vê bêhiqûqiyê jî kir ku jin baweriya xwe winda bikin.”

Ol wek amûrek tundiyê tê bikaranîn

Kaya da zanîn ku li Tirkiyeyê hemû derfetên dewletê ji bo tundiya li jinan tê bikaranîn û ev nirxandin kir: “Yek ji van amûran jî ol e. Ol, di mijara tundiya li jinan de wek amûrek tê bikaranîn. Bi vî awayî jî tundiya li jinan tê rewakirin. Temamiya ev pêkanînên hikûmetê yên li dijî jinan, ji hêla medyayê ve jî tên rewakirin. Ev jî dihêle ku jin baweriya xwe bi tu sazî û komeleyan neynin.”

Sedema bingehîn a tundiyê

Di axaftina xwe de Kaya bal kişand ser nîqaşên ‘ji ber jin ne xwediyê aboriyeke serbixwe ne yan jî xwendin û perwerdeya wê tune ye, rastî tundiyê tên’ û wiha derbirî: “Ev tişt bi serê xwe  sedema tundiyê nînin. Ji ber ku jinên xwedî pîşe û xwenda jî rastî tundî û kuştinê tên. Sedema tundî, qetlîam, tacîz û tecawizan, hişmendiya mêran û serdestan e. Hemû pirsgirêk hişmendî ye.”

Armanca Komeleya Rosayê

Seroka damezirîner a Komeleya Rosayê ya Amedê Adalet Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî van pêkanînan, divê di nav civakê de qadên têkoşînê bên avakirin. Pêwistiya vê qadê bi rêxistinbûna jinan heye. Me komele ji bo vê yekê ava kir. Ji bo ku em hêz bidin jinên rastî tundiyê tên, wan biparêzin û ku xwe di ewlehiyê de hîs bikin, me ev sazî ava kir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) û tayînkirina qeyûman a şaredariyan, hemû sazî û komeleyên jinan bi KHK’an hatin girtin. Bi girtina van saziyan re jî qadên têkoşînê yên jinan hatin tengkirin û vê jî rê li ber tundiyê vekir. Komeleya Rosayê jî di 29’ê kanûna sala 2018’an de ji bo ku bi jinan re bibe alîkar û wan bi rêxistin bike li Amedê hate avakirin.

Dikarî Biecibînî