Ji bo meşa li Parîsê bang hat kirin

Yekitiya Jinên Kurd ên li Almanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo meşa li Parîsê bang kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ruh û sekna sê jinên kurd ên şoreşger hîn di nav jinan de ye û pêşeniyê dikin

Sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT’a dewleta tirk ve hatibûn kuştin, dê sibê (12’yê çile) li Parîsê bi meşekê werin bibîranîn.

Têkildarî meşê Yekitiya Jinên Kurd ên li Almanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo meşa sibê banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 6 salên bihurî de bi milyonan kurd, enternasyonalîst, femînîst û jinên sosyalîst li her devera dinyayê daketin qadan û Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn.

TJK-E’yê ragihand ku dê têkoşîna xwe ya ji bo hesabirsîna ji kujeran bidomînin û wiha domand: “Dibe ku kujer bibêjin, wan hevrê Sara ji aliyê fizîkî ve ji nav me biriye. Lê belê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ku hevala Sara pêşengî jê re kir, niha bi îdeoljiya xwe bala hemû cîhanê dikişîne. Ruhê Sara li gelemperiya cîhanê digere û ji lêgerîna azadiyê re dibe çavkanî. Sara bûye nasnameyeke gerdûnî.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li her kesî bi taybetî li jinan hat kirin ku 12’yê çileyê bi xurtî tev li meşa li Parîsê bibin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Xebatên dîplomaisya jinê ku di şexsê hevala Rojbîn de bi pêş ket, niha ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn, ji Ewropayê heta Afrîkayê li herêmeke berfireh belav bûye. Dibe ku kujer bibêjin; wan hevrê Ronahî ji nav me birine. Lê belê niha bi sedan jin û mêrên ciwan ên enternasyonalîst ji dehan neteweyan berê xwe dane şoreşa Rojava. Ruhê Ronahî li Rojava ye.” BRUKSEL

Tu Dikari Biecibînî