Guven layiqê Xelata Rûmetê hat dîtin

Weqfa Jinan a Navneteweyî ragihand ku dê di bîranîna sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de Xelata Rûmetê ya îsal bidin Leyla Guven

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ket roja 65’emîn.

Li paytexta Fransayê Parîsê her sal li Rottemdamê ji aliyê Weqfa Jinan a Navneteweyî ji bo sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê çileya 2013’yan de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên bîranînê pêk tên. Weqfa Jinan a Navneteweyî ragihand ku dê di bîranîna sê jinên şoreşger de Xelata Rûmetê ya îsal bidin Leyla Guven.

Çalakiya ‘Sê Jinên Azad’ ku ev pênc sal in pêk tê, îsal 19’ê çileyê li Frankfurta Almanyayê pêk bê û weqf biryar da ku di bin navên ‘Rûmet, Ked û Serkeftin’ 3 xelat bên dayîn. Piştî biryarê weqf aşkera kir ku dê Xelata Rûmetê bidin Leyla Guven, Xelata Kedê bidin Yade ku li Kolnê bûye sembola çalakiyan û Xelata Serkeftinê jî bidin Komîteya Jineolojiyê. AMED

Dikarî Biecibînî