Deng li dengê Guven zêde bikin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di Konferansa Jinan a Meclisên Jinan a HDK’ê de axivî û diyar kir ku ger ew deng li dengê Guven zêde nekin dê tarîtiya li ser civakê her bidome

Konferana Jinan a Meclisên Jinan a HDK’ê ya serdema 9’an dest pê kir. Konferans li Hotel Akar Înternatîonalê bi tevlêbûna gelek jinan pêk hat.

Di konferansê de hevberdevka HDK’ê Gulistan Koçyîgît axivî û çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, silav kir. Koçyîgît diyar kir ku di serdemeke wiha de ku faşîzm dixwaze li welêt tarîtiyê serdest bike, Guven rêya wan ronî dike û wiha got: “Hevala me Leyla, di nav vê xerabiyê de ku her tişt asayî kirine, nîşan da ku divê em teslîm nebin û li ber xwe bidin. Em dibêjin, em li têkoşîna wê xwedî derdikevin û divê tecrîd demildest rabe.”

Di axaftina xwe de Koçyîgît anî ziman ku pêvajoya şer bi tecrîda teqez a li ser Ocalan dest pê kiriye û bi bîr xist ji 2016’an ve piştî ku malbata xwe dîtiye, ji Ocalan agahî nayê standin. Koçyîgît da zanîn ku  bi tecrîdê re zagonên navnetewî û nirxên mirovî hatine binpêkirin û destnîşan kir ku ew li dijî faşîzma ji 2015’an ve li ber xwe didin.

Divê yekitî bê xurtkirin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven û çalakiya Guven silav kir. Bûldan diyar kir ku Guven ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên civakî û dîrokî ketiye grevê û wiha domand: “Me dît ku pêvajoya aştiyê ya birêz Ocalan ku 3 sal û nîv dabû destpêkirin çiqasî ji bo me bi wate  û girîng bû.”

Bûldan destnîşan kir ku tecrîd li ser her kesê alîgirê demokrasî û aştiyê ye û wiha pê de çû: “Ev pêvajo careke din ji bo me da nîşandan ku em hemû hê zêdetir li ser rawestin û li ser kûr bibin, hinek nuqteyên hesas ên vî welatî hene. Ev nuqte sedemên aştî û tecrîdê ne. Em jin ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Em dengê xwe li dengê Guven zêde nekin, guh nedin dengê wan û bibdestê Leyla Guven negirin dê ev tarîtî bidome.”

Her wiha Bûldan anî ziman ku di serî de ji bo azadiya birêz Leyla Guven û hemû girtiyên din ên li zindanan dîlgirtî ne li ber xwe didin û divê yekitiya xwe xurt bikin. ENQERE

Dikarî Biecibînî