Divê li her qadê li dijî tecrîdê bersiv bê dayîn

Encamanameya 9’emîn Civata Giştî ya Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat aşkerakirin. Di encamanameyê de hat diyarkirin ku divê jin li her qadê bi rêxistinbûneke mezin li dijî tecrîdê bersivê bidin

Encamnameya 9’emîn Civata Giştî ya Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a ku di 12’yê çileyê de li Enqereyê pêk hatibû, hat aşkarakirin. Di encamanemeyê de hat ragihandin ku tecrîd pêkanîneke şerê taybet e.

Di encamanameyê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 68 roj in daye destpêkirin, hat silavkirin û wiha hat gotin: “Tecrîdkirina birêz Ocalan pêkanîneke şerê taybet e ku li dijî aştî, demokrasî û jiyana bi hev re ya gelan xwedî armancên stratejîk e. Tecrîd li dijî mewzûatên neteweyî û navneteweyî ye, li pîvanên hiqûqa gerdûnî û feraseta DMME’yê nayê. Di serî de Leyla Guven daxwaza bi sedan girtiyên vê polîtîkayê qebûl nakin, zelal e. Konferansa me tespîta wê yekê kiriye ku tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li dijî temamiya civakê ye. Tecrîd, kesayetan li pêşberî êrîşên desthilatdariyê bêparastin dihêle, ji civakîbûnê qut dike û bi tenê dihêle. Weke şertê destpêkê yê parçebûna civakîbûnê jî, jinê dike hedef. Lewma divê berxwedana heyî bê xurtkirin, piştevanî were mezinkirin û bi rêxistinbûna jinê li her qada jiyanê bersiv ji tecrîdê re were dayîn.”

‘Em ê xwe bigihînin hemû jinan’

Di dewama encamnameyê de hate ragihandin ku bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe bi şêweyên zext û tundiya li ser jinê bi cih tîne û sîstema faşîst gav bi gav dixe meriyetê û hat bibîrxistin ku di dîrokê de qirkirina jinê tim bûye şertê destpêkê yê hebûna desthilatdariyê û wiha berdewam kir: “Jinên HDK’î bi bîr û baweriya ji hêza piştevaniya jinê, ew bi biryar in ku li ser bingehekê li hev bicivin û li dijî her şêwe êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Meclisên Jinan ên HDK’ê dê karên xwe yên rêxistinbûnê li her deverê xurt bikin û xwe bigihînin hemû jinan.”

Jin û xweza girêdayî hev in

Di dawiya encamnameyê de hat destnîşankirin ku jin û xweza li pêşberî kapîtalîzmê, xwedî heman çarenûsê ne û hat gotin ku ji ber vê yekê divê berxwedana jinan ji bo ekolojiyê jî hîn xurttir be. ENQERE 

Dikarî Biecibînî