‘Ez hebûm, ez heme û ez ê hebim’

Navenda Nûçeyan

Rosa Luxemburg ku hem bi têkoşîna xwe ya sosyalîzmê û hem jî gotina xwe ya beriya qetilkirinê ‘Ez hebûm, ez heme, ez ê hebim’ bû pêşengeke gerdûnê, hê jî di hemû serhildan û berxwedanan de pêşengiyê ji jinan re dike

 Li ser qetilkirina Rosa Luxemburg 100 sal derbas bûn. Lê tevî vê sed salê jî hîn li cîhanê Luxemburg yek ji pêşengên  jinan e. Hîn di hemû têkoşîn û rêxistinbûna jinên cîhanê de bêyî ku bandora xwe winda bike, bi fikr û sekna xwe ji jinên şoreşger re pêşengiyê dike.

Luxemburg ku bi sekn û ramanên xwe yên şoreşgerî bû pêşengeke gerdûnî, bandora xwe tenê li jinan nekir, di heman demê de bandorê li lîderên dema xwe yên wek Lenîn jî kir. Lîderê Şoreşa Cotmehê ya Mezîn Lenîn piştî qetilkirina Luxemburg bi gotina, “Ew bû û hîn jî teyr e. Rosa Luxemburg dê di serpêhatiyên şoreşgerên cîhanî de tenê wek kesek xoşewîst nemîne, di heman demê de berhemên wê ji bo perwerdekirina gelek şoreşgerên pêşerojê re bibin ders û bi sûd” hestên xwe anîbû ziman.

Di malbateke cihû de tê dinê

Luxemburg li Polonyayê di malbateke cihû de tê dinê. Der barê jidayikbûna Luxemburg ku hemû jiyana wê di nav têkoşîna sosyalîzmê de derbas bûye, gelek agahiyên cuda hene. Lê ew di belgeya ku dabû Zanîngeha Zurîhê de jidayikbûna xwe wek 5’ê adarê 1871’î diyar kiriye. Ji ber vê yekê jidayikbûna Luxemburg li hemû cîhanê wiha tê qebûlkirin.

Malbata Luxemburg du salan piştî çêbûna wê di sala 1873’an de koçî Varşovayê dibe. Luxsemburg li Vaşovayê di encama nexweşiya qalçayê nêzî salek nikare bimeşe û di nav cihan dimîne. Luxsemburg ku nexweşî dibe sedema seqetbûna lingek wê, di pêvajoya salek nexweşiya xwe de fêrî xwendin û nivîsandinê dibe û heta 9 saliya xwe li malê perwerdeya xwe dibîne. Piştre di sala 1880’an de li II. Lîseya Keçan dest bi dibistanê dike. Luxsemburg li cihekî ku nêzî dibistana xwe şahidiya îşkencekirin û kuştina şoreşger û sosyalîstan dike. Ev şahidî dibe sedema naskirina wê ya sosyalîzmê. Heta du salan di nav xwendekaran de wek endama koma ku xwe wek sosyalîstên alman bi nav dikirin, xebat meşand. Ji ber vê di 18 saliya xwe de tê girtin û di sala 1889’an de neçar dimîne ku bireve Swîsreyê.

Têkilî bi sosyalîstan re datîne

Rosa Luxemburg piştî çûyîna xwe ya Swîsreyê di 1889’an de diçe Zanîngeha Zurîhê û li zanîngehê perwerdeya matematîk, aborî, polîtîka, dîrok û felsefeyê dibîne. Di wê demê de li Ewropayê zanîngeha deriyê xwe ji jinan re vedikir tenê Zanîngeha Zurîh bû. Jixwe jin û xwendekarên vê zanîngehê jî piranî rûs bûn. Luxsemburg li zanîngehê bi pêşengên leh û marksîstên rûs ên wek Georg Plekhanov, Vera Zasuliç û Paul Axelrod hevaltiyê datîne.

Di 20’ê tîrmeha 1898’an de Luxsemburg dîplomaya xwe ya doktorayê digire. Luxsemburg li aliyekî xebatên xwe yên doktorayê dike li aliyê din jî bi rêya îllegal û bi zimanê rusî û lehî, bi Julian Marchlewski û Adolf Warski re li Parîsê kovara Pirsgirêka Karkeran (Sparawa Robotnicza) derdixe. Di vê kovarê de bi navên kod bi dehan gotaran dinivîse û her wiha di çapkirin û belavkirina kovarê de jî cih digire.

Fikrên wê rastî bertekan tên

Luxemburg ku ji bo Polonyayeke azad xebat dimeşandin, di hişê wê de her tim fikra ger li Almanya, Avusturya û Rûsyayê şoreş pêk bê dê Polonyaya jî azad bibe, hebû. Lê ev fikrên wê dibe sedema Partiya Sosyalîst a Polonya û komên sosyalîs ên Polonyayê ku xeteke netewperest dişopandin, jê dûr bikevin. Her wiha piştre ev fikrên wê dibe sedem ku têkiliya wê bi derdorên sosyalîst ên rûs re jî xira bibe.

Di sala 1893’yan de Luxemburg bi Julian Marclewski û Adolf Warski re Partiya Demokratên Sosyal a Lîtvayan û Polonyayê ava dike. Di nîsana sala 1898’an de jî ji bo derbasî Almanyayê bibe û li wir bi awayekî serbest xebatên siyasî bike, bi ciwanekî alman ê bi navê Gustav Lubeck re zewaceke sexte dike û dibe hemwelatiya Almanyayê. Luxemburg li Almanyayê dibe endameke aktîf a Partiya Demokratên Sosyal a Almanyayê (SPD). Di sala 1900’an de fikr û gotarên Luxemburg li hemû Ewropayê ji aliyên sosyalîstan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Bi taybetî rexneyên ku li fikrên Eduard Bernstein dike, wê derdixe pêş. Bilindbûna mîlîtarîzma alman, Luxemburg pir aciz dike û di vê mijarê de bi partiya xwe re li hev nake. Luxemburg di navbera salên 1904 û 1906’an de ji ber fikr û xebatên xwe yên siyasî sê caran dikeve girtîgehê. Cezayên ku lê tên birîn wê ji têkoşînê nagire berevajî hîn zêdetir girêdayî xebatên xwe yên têkoşînê dibe. Her wiha Luxemburg piştî derketina ji girtîgehê di navendên perwerdeyê yên SDP’ê de dersên Marksîzm û Aboriyê jî dide.

Koma Internationale ava dike

Ji aliyê din ve bi destpêkirina Yekemîn Şerê Cîhanê re SPD jî tev li xeta netewperestiyê dibe, lê Luxemburg ku ji ber xeta netewperestî dijberî fikrên wê bûn, hemû tekiliyên xwe bi partiyê re qut dike û di 5’ê tebaxa 1914’an de bi Karl Liebknecht re koma Internationale ava dike. Di 1’ê çileya 1916’an de jî navê komê dibe Yekitiya Spartakus (Spartakusbund). Ji ber helwesta komê ya li hemberî dewletê di 28’ê hezîrana 1916’an de Luxemburg rastî cezayê girtîgehê tê. Di dema girtîgehê de gelek gotaran dinivîse, bi taybetî nivîsên wê yên rexneyî ku li ser şoreşa rûs û bolşevîkan gelek balê dikişînin.

Îxaneta Demokratên Sosyal

Luxemburg di 8’ê mijdara 1918’an de û Karl Liebknecht jî hema li dû wê ji girtîgehê derdikevin û bi hev re Partiya Komunîst a Alman ava dikin. Piştî Şoreşa Cotmehê Luxemburg û Liebknecht ji bo destpêkirina şoreşa Almanyayê têkoşînê bilind dikin. Ev her du pêşeng ku ji bo bilindkirina şoreşê têdikoşiyan, di encama îxaneta Demokratên Sosyal de ji aliyê artêşê ve tên qetilkirin.

Di 15’ê çileyê de Demokratên Sosyal ji bo tepisandina şoreşê ferman dide artêşê. Piştî vê yekê Qiteya Muhafizan a Piyade aliyê rojavayê Berlînê dagir dike, Otela Edenê dikin girtîgeh û Rosa Luxemburg, Karl Liebknecht û Wilhelm Pieck binçav dikin. Lê di dema birinê de Pieck direve û Luxemburg û Liebknecht jî di encama derbeyên giran debbi ser hişê xwe ve diçin. Di heman rojê de jî Luxemburg heta kuştinê rastî lêdan û îşkenceyê tê û cenazeyê wê diavêjin çemekî û Liebknecht jî bi guleyan tê qetilkirin. Lê wê demê tenê ev her du pêşeng nayên qetilkirin, di encama lihevkirina Demokratên Sosyal û artêşê de bi hezaran endamên Partiya Komunîst a Alman tên qetilkirin.

Li kêleka Karl Liebknecht tê veşartin

Cenazeyê Luxemburg di 1’ê hezîrana 1919’an de li devera Freiarchen a qenala Berlîn Landwehrê tê dîtin û Luxemburg ji kincên ser xwe tê naskirin. Pişt re Luxemburg bi girseyeke bi heybet di 13’ê hezîrana 1919’an de li kêleka Karl Liebknecht tê veşartin.

‘Ez hebûm, ez heme, ez ê hebim’

Gotinên dawîn ên Luxemburg beriya kuştinê,  nivîsa bi ser navê ‘Li Berlînê pergal serdest e’ bû û bi vê nivîsa xwe tevî têkçûnê jî hêvî dida kedkaran. Nivîsa Luxemburg a herî dawî wiha ye: “Rêbertî qels bû. Rêbertiyeke nû, ancax dikare ji nav girseyan û bi hilbijartina girseyan bê avakirin û divê bê avakirin. Girse hêmana diyarker in û kevirê bingeha avakirina serketina dawî ya şoreşê ne. Girse di asta peywirên xwe de ne. Vê “têkçûnê” di şanzî û hêza sosyalîzma navneteweyî ku ji rêza têkçûnên dîrokî pêk tê de kirin xelekek. Ji ber vê jî dê serketin di vê axa têkçûnê de şîn bibe. “Li Berlînê nîzam berdewam e!” Hûn ên zebtiyeyên ehmeq. “Nîzama we” li ser xîzê hatiye sazkirin. Dê şoreş beriya bibe sibe, di nav şingîniya zicîran de hil were. Ew ê saw bigire dilê we û bi dengê trampetê re vê ji we re bibêje; “Ez hebûm, ez heme, ez ê hebim”.