Li hemberî 8 namzetên mêr jinek

Li taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê jina bi navê Melîfe Avci ku li hemberî 8 namzetên mêr a keya, bû namzet, diyar kir ku di hilbijartina 31’ê adarê de li benda piştgiriya jinan e

Li taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê,  9 kes ji bo keyatiya taxê bûn namzet. Ji van namzetan yek jê jî jin e. Melîfe Avci (39) ku li hemberî 8 namzetên mêr bû namzet, di hilbijartina 31’ê adarê de li benda piştgiriya jinan e.

Avci ku bi aşpêjiyê debara xwe dike, diyar kir ku ji roja namzetiya xwe ji bo keyatiyê daniye bi bertekên neyînî yên mêran re rû bi rû dimîne û wiha got: “Wexta bûm namzet, bertek hatin nîşandan. Bi taybetî jî mêr nîşan didin. Heyr dimînin, dibijên jin nikarin vî karî bikin. Min ji kesên wisa difikirin re got; ez bi xwe bawer im, çawa zilamek dikare bike jin jî dikare bike. Bi xwe bawer im û ez ê karibim bikim. Divê jin vê yekê bibînin û piştgiriya min bikin.”

Di axaftina xwe de Avci destnîşan kir ku li taxa wan tiryak, dizî, tundiya li hemberî jinan û îstismarkirina zarokan zêde bûye û ji bo vê yekê jî projeyên wê hene û got ku ew dikare tevî malbatan van pirsgirêkan çareser bikin.

Avci ku polîtîkayên hikûmetê yên derbarê jinan de jî rexne kirin, da zanîn ku dema ew bê hilbijartin dê bi her awayî piştgiriya jinên ku bi tundiyê re rû bir û dimînin bike û diyar kir ku keyatî tenê ne mohr e, di heman demê de divê bi pirsgirêkên civakî re jî eleqedar bibe. AMED