Guven vîna jinên berxwedêr temsîl dike

Yekitiya Jinên Sosyalîst a Almanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da çalakiya Leyla Guven û diyar kir ku Guven bi têkoşîna xwe vîna  jinên berxwedêr temsîl dike. Yekitiyê xwest demildest tecrîda li ser Ocalan rabe û ji bo vê banga geşkirina çalakiyan kir

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ev 70 roj in didome.

Derbarê çalakiya Guven de Yekitiya Jinên Sosyalîst a Almanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest daxwaza Guven bi cih were û tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Guven dest bi têkoşîneke girîng kiriye ku vîna jinên berxwedêr temsîl dike.

Yekitiyê da zanîn ku berpirsyariya her kesî ye ku bi xurtî piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya Leyla Guven û ev tişt parve kir: “Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê, raperîn û têkoşîna li dijî dîktatoriya AKP-Qesrê mezin dike û rewabûna berxwedanê careke din nîşan dide. Leyla Guven bi çalakiya xwe ji bo jinan û gelan bû hêviya berxwedanê. Em jin xwedî li pêngava çalakî û girseyî ya pêşeng a serdemê derdikevin û bang dikin ku vê çalakiyê li Almanyayê mezin bikin. Bi serdana Mehmet Ocalan a li Îmraliyê re berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven serketina xwe ya destpêkê ya mezin afirandiye.” BRUKSEL