RJAK’ê xelata Sakîne Cansiz diyarî Leyla Guven kir

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) xaleta Sakîne Cansiz diyarî Leyla Guven kir

Li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) xelata Sakîne Cansiz diyarî hevserokata KCD’ê Leyla Guven a 70 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, kir.

Endama Desteya Rêveberiya RJAK’ê Çinor Pênciwênî têkildarî  xelatê axivî û wiha got: “Me dixwest vê xelatê li Sekoya Azadî ya Parka Azadî ya Silêmaniyê pêşkêşî jina bi cesaret Leyla Guven bikin, lê mixabin asayîşa Silêmaniyê rê neda. Lewma me îro li wir xelata Leyla Guven radestî nûnertiya HDP’ê kir. Guven îspat kir ku jinên kurd qehreman û bê tirs in û tim pêşengiyê dikin.”

Her wiha hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş jî got ku ev xelat serbilindiyek mezin e û aşkera kir ku ev xelat nîşaneya têkoşîn û qehremaniya Leyla Guven e. HEWLÊR