‘Ne parastina cewherî, tecawiz sûc e’

Dê jin ji bo piştgirîdayîna Nevîn Yildirim îşev saet di 19.00’an de li ser medyaya civakî bi etîketa “#ÖZSAVUNMAYLAHAYATTAYIZNEVİNİNYANINDAYIZ” dest bi çalakiyê bikin

Li gundê Koruyaka ya navçeya Yalvaç a Ispartayê, Nevîn Yildirim di 28’ê tebaxa 2012’an de li dijî zilamê bi pergalî ew tecawîz dikir Nûrettîn Gider mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û ew kuşt. Ji ber vê yekê cezayê muebetê ji bo wê hatibû dayîn.

Niha Daîreya Cezayê 1’emîn a Dadgeha Bilind daxwaz dike ku cezayê muebetê yê Yildirim bê erêkirin.

Bertekên jinan ên li dijî daxwaza Dadgeha Bilind a Cezayê berdewam dikin. Di çarçoveya van bertekan de jin dê îşev di saet 19.00’an de bi etîketa “#ÖZSAVUNMAYLAHAYATTAYIZNEVİNİNYANINDAYIZ” li ser twîtterê çalakiyê li dar bixin.

Jinan bi parvekirinên ‘Ne parastina cewherî, tecawiz sûc e’ bertek nîşan dan û piştgirî dan Nevîn Yildirim. STENBOL