Li Çîn û Hindistanê 80 milyon jin kêm in!

Navenda Nûçeyan

Li gorî rapora 2019’an a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) li du welatên herî qelebalix ên cîhanê Çîn û Hindistanê ji ber bijartina kurtaja bijarker û hovîtiya mêran a bi zewacê, li gorî nifûsa her du welatan rêjeya nifûsa jinan 80 milyon kêm e û ev rêje bandora xwe li gelemperiya cîhanê dike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di rapora xwe ya 2019’an de destnîşan kir ku li Çîn û Hindistanê ji ber bijartina kurtaja bijarker a jinên ku ji pitikên keç re ducanî ne û hovîtiya mêran a bi zewacê, li gorî nifûsa her du welatan hejmara jinan 80 milyon kêm.

Şert û mercên herî baş a cîhanê wekheviya nifûsa jin û mêran e. Li gorî rapora sala 2019’an a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, di nifûsa cîhanê de li beramberî her 105 zarokên law, 100 zarokên keç dijîn. Ji ber jin li gorî mêran hîn zêdetir dijîn hejmar mêran zêdetir  e.

Ger ji derve mudaxele neyê kirin ev reje li gelemperiya cîhanê di nav hevsengiyekê de ye.

Lê di 30 salên dawîn de ev rêje di welatên Asya û bakurê Afrîkayê bi awayekî micid bêhevsengiyek heye. Bi taybetî nêzikbûnên kevneşopî û tercîha zarokên law di nifûsa cîhanê de dibe sedema kêmbûna hejmara jinan.

Li gorî rapora HRW û lêkolîner Heather Barr a sala 2019’an rejeya jinan li Çîn û Hindistanê li gorî nifûsa her du welatan 80 milyon kêm e.

Li Çînê ji sala 1979’an heta sala 2015’an anîna yek zarok, kurtaja bijarker bi awayekî zêde hat jiyîn. Di navbera van salan de ji ber tercihên zarokên law a ji bo domandina navê malbatê heta niha li Çînê nifûsa mêran li gorî nifûsa jinan gelek zêde ye.

Heman Bêhevsengî li herêmên bejahî yên Hindistanê jî tê dîtin. Li Hindistanê zarokên keç wek giraniyeke aborî tê dîtin, ji ber vê yekê li van herêman fetusa pitikên keç beriya ku mezin bibe tê bidawîkirin.

Li gorî lêkolîner Heather Barr ji ber zêdebûna nifûsa mêran a li van her du welatên ku welatên herî qelebalix ên cîhanê ne, bandorê li ser gelemberiya nifûsa cîhanê dike.

Her wiha di raporê de tê diyarkirin ku di van her du welatan de tevî kurtaja bijarker qedexe ye jî zêde tê tercîhkirin û tê ragihandin ku ev yek rê li ber bêhevsengiyê vedike, ji ber vê yekê divê aliyên berpirsyar bikevin nav liv û tevgerê.

Dikarî Biecibînî