Jinan barîkat hilweşandin û meşiyan girtîgehê

Jinên ku ji bo piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn, barîkatên polîsan hilweşandin û ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve meşiyan. Jinên çalakvan rastî êrîşa polîsan hatin û 20 jin hatin binçavkirin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 74’emîn de didome. Ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven re, di nav de endamên Komeleya Jinan a Rozayê, Platforma Dîcle Amed û parlamenterên HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî, bi dehan jin li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn û çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de jinan dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kir. Tevî dorpêça polîsan jî jinên çalakvan barîkatên polîsan hilweşandin û li ber deriyê girtîgehê çalakî li dar xistin û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Piştre jî polîsan êrîşî çalakvanan kir û di nav de seroka Komeleya Jinan a Rozayê Adalet Kaya û berdevka serdemê ya Platforma Jinan a Dîcle Amedê Bahar Karakaş Ulu jî, gelek jin hatin derbkirin û li erdê hatin kaşkirin. Di heman demê de polîsan heqaret li parlamenter Remziye Tosun kir û Tosun derb kirin.

Gelek kes hatin binçavkirin

Jinên ku bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bersiv dan êrîşê, tevî êrîşa bi ava şid jî çalakiya xwe domandin. Her wiha polîsan ava bi şid li parlamenter Tosun jî reşand. Li gorî agahiyan, di encama êrîşa polîsan de 20 jinên çalakvan hatin binçavkirin. Navên çend jinên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Adalet Kaya, Bahar Karakaş Ulu, Ceylan Aslan, Gonul Adibellî û şêwirmenda Remziye Tosun a bi navê Gurbet Ozer.” AMED

Dikarî Biecibînî