Li Şîşliyê jineke bêmal rastî tecawizê hat

Li Şîşliya Stenbolê jineke bêmal rastî tecawiza mêrekî nasnameya wî nehat zanîn hat

Li Parka Abide-i Hurriyet a Şîşliya Stenbolê mêrekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin li parkê tecawizî jineke bêmal kir. Welatiyên ku serê sibehê ji bo meşê hatibûn parkê dema ku dîtin jina hatiye tecawizkirin ji ser hişê xwe çûye, agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê.

Jina ku rastî tecawizê hat, ekîbên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydaniyê. Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. STENBOL

Dikarî Biecibînî