Jinên piştgirî dan Guven hatin berdan

Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amed ku ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re xwestin bimeşin li ber girtîgehê ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hatibûn binçavkirin, piştî îfadedayînê hatin berdan

Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) duh bi boneya piştevaniya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 75 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar bixin. Lê polîsan mudaxeleyî çalakiya jinan kir.

Di êrîşa polîsan de hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî, Gurbet Ozel, Gulistan Ekte, Narîn Gezgor, Bahar Karakaş Ulug, Ceylan Aslan, Rozerîn Çatak û Adalet Kaya jî di nav de 10 jin bi derbkirinê hatin binçavkirin.

Her wiha 10 jin piştî îfadedayîna li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan. AMED

Dikarî Biecibînî