Rêxistina Meşa Jinan a Cîhanê ji bo grevên biçîbûnê piştgiriya xwe ragihand

Navenda Nûçeyan

Rêxistina Fransa ya Meşa Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo Guven û hemû çalakvanên greva birçîbûnê piştgiriya xwe anî ziman û banga piştgiriyê li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 76 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Di qada navneteweyî de jî piştgiriyên ji bo Guven her diçe zêde dibe.

Rêxistina Fransa ya Meşa Jinan a Cîhanê (Marche Mondiale des Femmes) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo Guven û hemû çalakvanên greva birçîbûnê pişgiriya xwe anî ziman û banga piştgiriyê li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelek girtiyên jin ên kurd îro li dijî pêkanînên AKP’ê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, di greva birçîbûnê de ne.

Di banga Meşa Jinan a Cîhanê de daxwaz hate kirin ku hemû tevgerên femînîst vê bangê esas bigirin û piştgiriyê bidin û her wiha daxwaz hat kirin ku banga der barê jinên kurd de li Meşa Jinên Kurd a Cîhanê jî bê parvekirin.

Gava yekemîn a Meşa Jinan a Cîhanê di sala 2000’î de li herêma Qûebec a Kanada ku bi zimanê fransî lê tê axaftin, hat avêtin û ji 161 welatan ji 6 hezarî zêdetir tevgerên jin endam in.