Li ser tora civakî çalakiya #Bila Leyla Bijî

Platforma Jinê ya Enqereyê ji bo balkişandina ser çalakiya Leyla Guven û grevên birçîbûnê dê saet di 21.00’an de li ser medyaya civakî dest bi çalakiya #Bila Leyla Bijî bike

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ev 77 roj in bi biryardarî didome. Piştgiriya ji bo Guven û çalakgerên di greva birçîbûnê de her diçe mezin dibe.

Bi vê armancî Platforma Jinê ya Enqereyê di roja 77’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de ji bo balkişandina ser çalakiya grevên birçîbûnê dê saet di 21.00’ê de li ser medyaya civakî çalakiya bi #Bila Leyla Bijî li dar bixe. ENQERE