Tevî Leyla Guven 45 jinên girtî di çalakiyê de ne

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî Leyla Guven 45 jinên girtî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin ket roj 77’an. Piştî Guven bi heman daxwazê di 27’ê mijdarê de li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtî dest bi greva 10 rojan a bêdem û dorveger kirin. Lê girtî roja 16’ê kanûnê ev vê greva xwe veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Heta niha li 59 girtîgehan zêdetirî 200 girtî ketine grevê û ev greva girtiyan 39 roj in didome. Dîsa li 17 girtîgehan çalakiya 45 jinên girtî dane destpêkirin jî didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku rojnameger Kîbriye Evren di 16’ê kanûnê de dabû destpêkirin, didome. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Evren û du jinên din ê girtî ev 39 roj in di grevê de ne.

Li aliyê din bi heman daxwazê hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak jî li Girtîgehan Tîpa F a Kandirayê di 16’ê çileyê de dest bi grevê kirin û greva ku Tuncel û Irmak dane destpêkirin ket roja xwe ya 8’emîn.

Navê girtiyên jin û girtîgehên lê di grevê de ne wiha ne:

8’ê mijdarê

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Leyla Guven

16’ê kanûnê:

Girtîgeha Jinan a Gebzeyê: Hacer Halîl Yusuf, Ruhşan Bozan, Ozlem Ozdemîr, Ayten Gulsum û Ozlem Soyler.

Girtîgehan Hejmar 1 Tîpa F a Kandirayê: Necla Atak

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Kîbriye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez.

17’ê kanûnê

Girtîgehan Jinan a Bakirkoyê: Esma Başkale, Belgîn Kanat, Zozan Kutum û Reyhan Coşmuşlu.

20’ê kanûnê

Girtîgehan Tîpa T a Burhaniyeyê: Fîgen Şahîr, Emîne Kiliç, Gulistan Tekîn û Çîgdem Şakar.

26’ê kanûnê

Girtîgehan Hejmar 9 a Sîlîvriyê: Seyhan Çîçeklî

Girtîgeha Jinan a Şakranê: Rahşan Aydin, Ebru Guden û Gulten Akgun.

Girtîgehan Jinan a Sîncanê: Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş û Salîha Taşkesen.

Girtîgehan Tîpa L a Patnosê: Salîha Cebe û Dîlan Barîn.

 5’ê çileyê

Girtîgehan Tîpa L a Alanyayê: Nevîn Gokçe û Zelal Başboga

Girtîgehan Jinan a Kayseriyê: Berîvan Bîtmen, Maşallah Erbey û Merge Polat

Girtîgehan Tîpa T a Jinan a Bayburtê: Delîla Roj Ekmen, Fatma Yildirim û Sevgî Aka Gunduz.

Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê: Dîlan Yildirim, Menal Temel, Nurşen Tekîn û Hatîce Kaynak.

Girtîgehan Tîpa E ya Mêrdînê: Du jinên girtî ya navê wan nehat zanîn

8’ê çileyê

Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Nesrîn Akgul û Gurbet Ektîren

16’ê çileyê

Girtîgehan Hejmar 2 Tîpa T a Kandirayê: Sebahat Tuncel û Selma Irmak. AMED