Fermandara YPJ’ê bû jina herî xurt a cîhanê

Navenda Nûçeyan

Fermandara YPJ’ê Rojda Felat di rêza yekemîn a lîsteya jinên herî xurt ên cîhanî ya sala 2019`an de cih girt

Li gorî malpera The Spectator Index a ku li Îngilistanê weşanê dike, fermandara YPJ`ê Rojda Felat di lîsteya jinên herî xurt ên cîhanî ya sala 2019`an de, di rêza yekemîn de cih girt. Fermandara YPJ`ê Rojda Felat asta yekemîn di nav 7 jinên herî xurt ên cîhanê de hat hilbijartin. Felat yek ji jina kurd û fermandara Pêngava Rizgarkirin Reqqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê bû. Her wiha serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di asta duyemîn de û Hillary Clinton di asta 3`yemîn de cih girtiye.

Dikarî Biecibînî