Jin dê qeyûman bişikînin

Namzeta Hevşaredariyê ya HDP’ê ya Cizîrê Berîvan Kutlu diyar kir ku ew ê Şaredariya Cizîrê ku qeyûmê desteser kiriye ji dest qeyûm bistînin û karê pêşî jî ew ê ji bo jinan qadên perwerdehiyê vekin

Namzeta Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê Berîvan Kutlu da zanîn ku di hilbijartina 31’ê adarê de gelê Cizîrê dê bersiva hewce di sendoqê de bide qeyûmê ku şaredariya wan desteser kirî.

Kutlu diyar kir di şaredartiyê de ew ê giraniyê bidin xebatên jinan û wiha got: ”Di hemû qadên jiyanê de em ê karê xwe zêde bikin. Heke mirov li şaredariyê binihêre mirov wê bibîne ku bi afirandinên jinan ên têkildarî jiyanê ne. Ji bo vê jî mirov bi rehetî dikare bibêje ku şaredartî karê jinan e. Di şaredariya me ya berê de jî û niha jî ku em ê bistînin xebatên me yên pêşî wê ew bin ku em ji bo jinan qadên xebat û perwerdehiyê çêbikin.”

Kutlu got ku li malên perwerdeyê dê ne tenê xwendin û nivîsandinê her wiha dîroka jinê were gotin, ev mal dê di navbeyna jinê û heqîqeta wan de bibin pir û li hemû qadan wê rengê jinê hebe.

‘Ev hilbijartin dê ji qeyûm re bibe bersiv’

Kutlu diyar kir ku dema ku qeyûm tê gotin talan, desteserkirin, hilweşandinê tê bîra mirov û wiha got: ”Ne tenê li Şirnexê û Cizîrê, hemû qeyûmên ku hatin ser şaredariyên me pêşî dest avêtin qad û xebatên jinê û ew hilweşandin.” Kutlu bi domdarî got li şarederiya Cizîrê 50 jin bê hiqûqî ji kar hatin avêtin, saziyên wan ên jinan hatine girtin, qeyûm xebatên ku jinan kêm dikin dane ber xwe û ev jî nîşan dide ku qeyûm çendî bi hişmendiyeke nêrane tevdigerin û wiha dawî li gotinên xwe anî:  ”Ev hemû tişt bûne sedem ku em bi azawerî û hêrsekê bixebitin û em ê tiştên hatine desteserkirin ji destê wan bistînin. Em ê ne tenê tiştên ku ji me dizîne bistînin, em ê van qadan zêdetir bikin û bibin bersiveke rasteqîn.” ŞIRNEX