TJA: Leyla Guven bû çirûksa berxwedanê

 TJA’yê bi daxuyaniyekê bal kişand ser çalakiya Guven û destnîşan kir ku Leyla Guven mîna çirûska berxwedanê gihaye her deverî û bang kir ku her kes li daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê bike û têkoşîna demokratîk geş bike

TJA ji bo Leyla Guven ku ev 80 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Leyla Guven yek ji gelek pêşengên têkoşîna azadiyê ye û bi bawerî û wêrekiya xwe bêyî ku rê li ‘bêdengiya tirsê’ veke berxwedana xwe didomîne û di demeke wiha de yê ku deng ji xwe derdixîne davêjin girtîgehê berxwedana Leyla Guven ‘mîna çirûskê li her deverê pêketiye.”

TJA’yê da zanîn ku berdana Leyla Guven geşedaneke baş e lê ev bi vê re careke din derketiye holê ku daraza tirk bi fermana desthilata AKP-MHP’ê dixebite û ev jî ji tirsa berxwedana grevên birçîbûnê yên li zindanan, li Rojava, Hewlêr, Strasboûrg, Gallerê ye û li her devera cîhanê berbelav bûye û wiha domand: ”Leyla Guven, lîstika bi mebesta ku berxwedanê û daxwaza berxwedanê tasfiye bike, careke din pûç kiriye.”

Her wiha TJA’yê di daxuyaniya xwe de bang li dînamîkên neteweyî û navneteweyî, tevgerên jinan, şexsiyetên siyasî û aştîxwaza kir û wiha got: “Em jin bi geşkirina têkoşîna jinê, berxwedana jinê, bi hişmendiya Leyla Guven ku her deverê dike qada berxwedanê, heta ku tecrîd were şikandin têkoşîna xwe li her deverê geş bikin û beriya ku agahiyên mirinê ji grêvên birçîbûnê yên li zindanan, Hewlêr, Strasboûrg, Galler û bajarên din were, li daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê xwedî derbikevin û têkoşînê geş bikin.”AMED