Komîteya Jinên Başûr piştgirî da çalakiya Guven

Komîteya Jinên Başûr diyar kir ku ew piştgiriya çalakiya Leyla Guven û tevahî çalakgerên di greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de ne dikin û bang li tevahî gelê kurd  û bi taybetî jinan kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan rabin ser pêyan

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 81 roj in Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Piştgirtiya ji bo çalakiya Leyla Guven û şikandina tecrîdê li her derê belav bû.

Komîteya Jinên Başûr bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ew piştgiriya çalakiya Leyla Guven û tevahî çalakgerên di greva birçîbûnê de ne dikin û wiha got: “Em weke Komîteya Jinên Başûr di pêngava azadiya Rêber Ocalan de, silav li çalakvanên greva birçîbûnê Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, komên Silêmanî, Şengal, Mexmûr, Hewlêr, Kanada, Strasbûrg,  girtigehê bakurê Kurdistan û Tirkiye dikin. Em vê tecrîda girankîrî şermezar dikin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, çalakî her  ku diçe mezintir dibin. Lê çalakiya vê çarê gelek bandor û berxwedêr hatin kirin. Di pêşengtiya Leyla Guven de çalakiya li tevahiya cîhanê belav bûn. Di kesayeta Rêber Apo de tevahiya gelê kurd tecrîd dikin. Pêwîst e em weke jin fikrên Rêber Apo li tevahiya Cîhanê belav bikin.”

Komîteya Jinên Başûr bang li tevahî jinan û gelê kurd kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiyên xwe berfireh û xurtir bikin û wiha got: ” Xwedîderketina li Leyla Guven erkeke exlaqî, wijdanî û mirovî ye. Bi azadiya Ocalan re wê tevahî gelê kurd û azadixwaz azad bibin.” SILÊMANÎ