Jinên îtalî çalakiya Leyla Guven silav kirin

Tora Piştgiriya Jinên Îtalî ya Kurdistanê (Rate-Jin) li bajarê Mîlanoyê civînek li dar xist û grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên û Leyla Guven silav kir

Tora Piştgiriya Jinên Îtalî ya Kurdistanê (Rate-Jin) li bajarê Mîlanoyê di navbera 26-27’ê çileyê de duyemîn civîna xwe ya salane li dar xist.

Di beşa yekemîn de endama Komîteya Jineolojî ya Ewropayê Necîbe Qeredaxî beşdarî civînê bû û bûyerên dawî yên li Kurdistanê, greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 82’yan de ye, grevên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, Strasboûrg û Gallerê nirxand.

Qeredaxî diyar kir ku îro çiqas êrîş hebe jî li beramberî wê ewqas berxwedan heye û got ku dê bi vê berxwedanê faşîzm were hilweşandin, tecrîd were şikandin, Ocalan û hemû civak azad bibe.

Beşa duyemîn xebatên Rate Jin ên li gelek herêman hate nirxandin. Di civînê de daxwaz hate kirin ku hîn bêhtir perwerde li ser şoreşa Rojava, jineolojî û konfederalîzma demokratîk were dayîn û qala girîngiya wê hate kirin.

Beşa dawîn a civînê bi guftûgoyên li ser plansaziya xebatên dema bê dewam kir. Jinên beşdarî civînê bûn piştgiriya xwe ji bo grevên birçîbûnê anîn ziman û daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Dawiya civînê jinan li pêşiya nûnertiya Yekitiya Ewropayê ya li Mîlanoyê li hev civiyan û dirûşmên ‘Em hemû Leyla Guven in’, ‘Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe’ û ‘Em ê faşîzmê hilweşînin’ berz kirin. MÎLANO