Newaya Jin: Leylayên bûne çirûska şoreşê!

Navenda Nûçeyan

Hejmara 167’an a Newaya Jin bi manşeta ‘Leylayên bi rojê re destgirtî bûne û bûne çirûsk ji şoreşê re’ derket

Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin, di hejmara xwe ya sibatê de bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinan tên kirin û bi manşeta ‘Leylayên bi rojê re destgirtî bûne û bûne çirûsk ji şoreşê re’ derket.

Rojnameyê di hejmara xwe ya 167’an de daxuyaniya KJK’ê ya li ser Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku şehîd bû, li manşeta jorê weşand. Di hejmara 167’an de mijarên siyaset, medya, aborî, hilbijartin, hiqûqa ceza û têkoşîn cih digirin.

Komploya Navneteweyî

Di kovarê de endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr ragihand ku Komploya 15’ê Sibatê ku 20 sal temam kir, ji bo kurdan roja qirkirinê ye û diyar kir ku têkoşîna ji bo pûçkirina komployê di heman demê de têkoşîna têkbirina qirkirinê û jiyana bi hev re ya aştiyane ya gelan e.

‘Em bibin dengê berxwedanê’

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên, ji aliyê parlamentera HDP’e Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate şîrovekirin. Taşdemîr bal kişand ser girîngiya xwedîderketinê û bang kir ku herkes bibin dengê vê berxwedanê.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê nûçegihan Gulistan Çiya Îke jî heman mijar ji rûpelên kurdî yên rojnameyê re şîrove kir û bi bîr xist ku salvegera 20’an a Komploya 15’ê Sibatê bi pêngava mezin a berxwedanê hatiye pêşwazîkirin.

Çalakgereke din a greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Dîlek Ocalan jî serdana 23’yê kanûna 2013’an a li Îmraliyê nirxand. Dîlek Ocalan çûyîna Îmraliyê bi gotina ‘mîna kêliyekê kurt e, mîna sed salê dirêj e’ pênase kir.

Nirxandinên mijarên cuda

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz rewşa siyasî ya rojane ya li Tirkiyeyê ji rûpelên kurdî yên rojnameyê re nirxand û bal kişand ser tifaqa faşîst a li dijî kurdan.

Di hejmara 167’an a rojnameyê de Doçent Dr. Fatma Karakaş Dogan mijara jinan û zarokên girtî yên li girtîgehan, nivîskar Rojda Yildirim jî mijara Palû ku demek e di rojevê de ye, analîz kirin.

Rojnamevan Nîl Gun jî li ser Woman TV a bi aqillê mêr hatiye vekirin nirxandin kir.

Hevpeyvîna Çarçel Engîzek bi hevberdevka Zîreetê ya Rojava Bêrîvan Qamişlo ya li ser aboriya civakî û nêrînên endamên jin ên KNK’ê yên li ser yekitiya neteweyî ya kurd a demokratîk di hejmara 167’an de cih digirin.