Hîn bi sedan jinên êzidî di destê DAIŞ`ê de ne

Jinên êzidî yên ku ji destê DAIŞ’ê hatin azadkirin, diyar kirin ku hîn di sedan jinên êzidî di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne û bang li HSD`ê kirin ku wan jî ji çeteyan rizgar bikin û wan li malbatên wan ên li Şengalê vegerînin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê pêşve diçin. Şervanan piştî ku korîdorên ewle vekirin, di nav de du jin û zarokeke êzidî yên ji Şengalê, 150 sivîl rizgar kirin.

Navê zarok û her du jinên êzidî yên ku şervanên HSD’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê azad kirine wiha ne; Meqbûla Xidir Baco, Raniya Celal û Buhar Bedir û ji gundên Zorava û Til Qeseb ên Şengalê ne. Her wiha şervanên HSD`ê beriya niha jina êzidî ya bi navê Nadiya Ferhan Salih jî rizgar kiribûn.

Serpêhatiyên biêş ên jinên ku ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin, hemû wek hev in. Piştî êrîşên 3`yê Tebaxa 2014`an ji gundên Şengalê bi sedan jinên êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Jinên êzidî, di sûkan de hatin firotîn, bazirganî li ser wan hat kirin û mîna koleyan li gel malbatên çeteyan xebitîn. Her wiha kiryarên derexlaqî li ser wan hatin kirin û ji aliyê çeteyan ve misilmantî li ser wan hat ferzkirin.

Her sê jinên êzidî ku hatine rizgakirin, diyar kirin ku wan gelek îşkenceyên hov ji çeteyan dîtine û ragihandin ku dema bihistine şervanên HSD’ê dest bi hemleya rizgarkirina herêma rojhilatê Dêrazorê kirine, kêfxweşiya herî mezin a jinan bûye û jin li benda roja rizgariyê bûne.

Jinan destnîşan kir ku li herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de jinên êzidî jî di nav de bi sedan sivîl hene û jinan bang li şervanên HSD’ê kir ku wan jî ji destê çeteyan rizgar bikin.

Her wiha jinan daxwaz ji HSD’ê kir  ku di demeke kurt de wan bigihînin malbatên wan ên li Şengalê. DÊRAZOR

Dikarî Biecibînî