Guven: Tecrîd dê bi pêşengiya jinan bişikê

Leyla Guven ku ev 86 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo Jin TV’yê peyameke bi dîmen şand û diyar kir ku tecrîd dê bi pêşengiya jinan bişikê

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ev 86 roj in didome.

Guven di roja 86’an de ji bo Jin TV’yê peyameke bi dîmen şand û bal kişand ser çalakiya ku daye destpêkirin. Guven diyar kir ku tevî grevê jî bi aram û moral e û got ku dê tecrîd bi pêşengiya jinan bişikê.

Di peyama xwe de Guven weşana Jin TV di serî de jinên kurd li hemû jinên cîhanê pîroz kir û da zanîn k udi encama berdelên mezin a jinan televizyona Jin TV dest bi weşanê kiriye.

Guven silav û rêzdariya xwe pêşkeşî hemû xebatkarên Jin TV’yê kir û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Ji 7’ê mijdarê û vir ve çalakiya xwe didomînim. Bê ka çima min dest bi vê çalakiyê kiriye ji her kesê zêdetir jinên kurd dizanin. Ji ber ku me bi raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe naskiriye û pêşiya xwe dîtiye.” AMED