Li Wanê jin li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên Wanê li pêşiya avahiya navçeya rêya Armûşê ya HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan daxuyanî dan û meşeke girseyî pêk anîn

Piştgiriya ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 87 roj in bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, didome.

Di çarçoveya van piştgiriyan de jinên Wanê li pêşiya avahiya navçeya rêya Armûşê ya HDP’ê daxuyanî dan û meş pêk anîn. Hevserokên HDP’ê yên Wanê û parlementer Mûazzez Orhan û namzetên hevşaredariyê yên şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci û Bedîa Ozgokçe, endamên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gel tev li çalakiyê bûn.

Parlementer Mûazzez Orhan li vê derê daxuyanî da û wiha got: “Em dixwazin li welatekî azad bijîn lê em dibînin ku ferasetên faşîzan hewl didin li vî welatî tecrîdê rewa bikin. Ev tecrîd di şexsê rêzdar Ocalan de li ser hemû gelan tê pêkanîn.”

Orhan bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û diyar kir ku divê ew bi çalakiyên xwe deng bidin berxwedan Guven û ya zindanan.

Her wiha piştî daxuyaniyê jinan barîkatên polîsan derbas kirin û li rêya Cûmhûriyetê heta avahiya bajêr a HDP’ê meşiyan. WAN