‘Jinên Îranê ji têkoşînê re pêşengiyê dikin’

Endama Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR Peyman Viyan ragihand ku jinên Îranê bi awayekî radîkal daxwaza mafê xwe dikin û ji têkoşîna demokratîk re pêşengiyê dikin

Endama Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan li ser serhildanên du salên dawîn ên bi pêşengiya jinên Îranê rû dan, nirxand kir.

Peyman Viyan bal kişand ser rola jinên Îranê û bandora krîza aborî ya li ser jinan û wiha got: “Ew krîza siyasî û aborî ya li Îranê rû da bandorek mezin li ser gelên Îranê, her wiha di hêla aborî û siyasî de bandorek giran li jinan kir. Di nava civakê de yên herî zêde astengiyên siyasî û aborî derdikevin pêşya wan dîsa jin in. Ji ber ku bi salan e Îran jinan di hêla siyasî û aborî de bê rol hiştine û rê nade ku jin bibe xwedî îradeya xwe ya xweser.”

Bandora şoreşa jinên Rojava

Di axaftina xwe de Viyan îşaret bi siyaseta Îranê ya li ser jinan kir û da zanîn ku Îran ji bo ew jinên ku li hemberî pergalê derdikevin, siyaseta tengkirinê dide meşandin û wiha domand: “Jinan neçarî pergala zilamsalarî dikin. Jinan teşwîqî rêyên ne exlaqî dikin û ev jî bûye sedema pêşketina fihûşê. Her wiha jinên Îranê xwedî wê taybetmeniyê ne ku zextên li ser xwe qebûl nakin. Di 40 salên dawîn de tevî ku zextek zêde li ser jinan heye jî jinan serê xwe netewandiye.”

Derbarê bandora jinên rojavayê Kurdistanê ya li ser jinên Îranê jî Peyman Viyan ev nirxandin kir: “Di çend salên dawîn de jin li Rojhilata Navîn bûne xwedî rol, nexasim jî li rojavayê Kurdistanê. Ev jî dibe sedem ku jinên Îranê ji xwe bawer be û di çalakiyan de pêşengiyê bike. Eger jin serî hildin, wê hêz bidin hemû civakê. Ji ber wê Îran ji hêz û îradeya jinan ditirse. Îran dixwaze di kesayeta jinan de hewl dide hemû civakê bêdeng bike. Li hemberî xwe muxalefeta herî mezin, jinan dibine.”

Yekser karê rejîmê astengkirina jinan bû

Viyan di nirxandina xwe de cih da çalakiyên du salên dawîn ên jinên Îranê ku ji bo rakirina qanûna neçarî ya hîcab wergirtinê û diyar kir ku li Îranê mafê herî asayî yê jinan tê astengkirin û wiha pêde çû: “Bi hatina rejîmê ya ser kar, yekem karê ku kirî mafê jinan yê xwezayî qedexe kir. Li ser jinan hîcab wergirtin didin pêkanîn û dikin qanûnî. Di hêla siyasî, hûnerî û werzîşî de jinan asteng dikin. Daxwazên jinan ne wek mafek asayî wek mafek siyasî dibînin. Dema ku jin daxwaza mafên xwe dikin, weke ku li dijî qanûna Îranê derdikevin nîşan didin. Em jî weke KJAR’ê, wê weke mafek asayî dibînin û dijberiya wê weke beşeke çalakiya xwe dibînin.”

Pêwîstî bi xweparastinê heye

Di berdewamê de Viyan ragihand ku divê jin li dijî qanûnên Îranê têbikoşin û got ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye û wiha domand: “Ji bo jinên Îranê pêwîst e du xal li ber çav werin girtin. A yekem, xwerêxistinkirin û avakirina yekitiya jinan e û ya duyemîn jî avakirina hêza parastina jinan e. Parastin, tenê nayê wateya parastina çekdarî. Her wiha dikare di hêla xwerêxistinkirin û zanistî de jî xwe bi pêş bixin. Ew jî dibe beşek ji xweparastinê.”

Jin pêşengî ji têkoşînê re dikin

Her wiha di dawiya axaftina xwe de Viyan da zanîn ku têkoşîna wan ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû gelê Îranê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Komelgeya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) dixwazin hemû jinan hembêz bikin. Parastina jinên faris û belûc jî weke erka xwe dibînin. Têkoşîna me li dijî hişmendiya desthilatdariya Îranê ye. Ji dîrokê heya niha jinan bi têkoşîna xwe serkeftin bi dest xistine. Ji ber wê ya li hember wê zilmê radiweste berxwedan e. Divê em hemû xwe bikin yek û têkoşîna azadiya jinan bi ser bixin da ku îspat bikin ku jin ji bo Îraneke demokratîk û azad pêşengiya têkoşînê dikin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî