TJA’ê bertek nîşanî cezadayîna Tuncel û Kişanak da

TJA’yê bertek nîşanî cezadayîna Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak da û got ku polîtîkayên dijminatiya jinan dikin dê bi bin kevin, vîn û berxwedana jinan dê qezenc bike

Tevgera Jinên Azad (TJA), darbarê cezadayîna hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin de, li ber avahiya HDP’a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Polîsên ku avahiya partiyê bi maşîneyên zirxî kiribûn ablukayê, destûr nedan daxuyanî bê dayîn. Lê jinan tevî hemû astengiyên polîsan jî li ber deriyê avahiya partiyê daxuyanî dan.

Aktîvîsta TJA Yuksel Almas daxuyanî da û wiha got: “Tuncel û Kişanak jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya jinan kirine. Cezayên ji bo wan hatin dayîn, êrîşa li dijî têkoşîn û destkeftiyên jinan e. Tifaq û daraza AKP û MHP’ê dijminantiya jinan dike. Dixwaze têkoşîna jinan têk bibe û hemû mafê jinan xesp bikin. Êrîşên li ser hevalên me Tuncel û Kişanak di heman demê êrîşên li ser têkoşîn û  baweriya azadiya jinan e.”

Her wiha Almas da zanîn ku dê têkoşîna jinan mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anîn: “Em ê berxwedana jinan kurtir bikin û hemû êrîşan vala derbixin. Weke tevgera jinan, em berxwedana bi rûmet a hevalên xwe Leyla, Sebahat, Selma û Gultan silav dikin. Têkoşîna me ya li dijî van êrîş û gefan teqez dê qezenc bike û em ê bi berxwedana xwe van polîtîkayên dijminane vala derbixin.” AMED