Dê Şirnex û navçeyên wê bi rengê jinan bixemile

Bi nêzikbûna hilbijartina herêmî re namzetên HDP’ê yên jin dest bi xebatên xwe kirin. Têkildarî hilbijartina herêmî namzetên jin ên navçeya Şirnexê axivîn û diyar kirin ku dê li gelemperiya Şirnexê rengên jinan derxin holê û jin hîn bêhtir aktîf bikin

Namzetên Hevserokatiya Şaredariyên HDP’ê ya jin piştî diyarbûna namzetiyên xwe li bajar û navçeyên ku lê hatine nîşandan, zend û bend badan û dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirin.

Namzetên jin ên navçeyên Şirnexê jî mal bi mal, tax bi tax bi gel re hevdîtin dikin û behsa projeyên xwe dikin.

Zîlan Ecevît (25) namzeta HDP’ê ya ji bo şaredariya Basanê ye. Ecevît ku ji Zanîngeha Egeyê ji beşa Endezyariya Zîreetê mezûn bû, ji 3 saliya xwe ve li Cizîrê ye. Beriya wê li gundê Kanîreşê yê Cizîrê bû lê ji ber ku gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin, malbata wê neçar ma koçî navenda Cizîrê bike.

Ecevît diyar kir ku dema li zangîngehê bûye bi rengekî çalak di nav karên jin û ciwanan de xebitiye û piştî qedandina zanîngehê jî dev jê xebatên xwe bernedaye û hîn aktîftir tev li xebatan bûye.

Di axaftina xwe de Ecevît destnîşan kir ku dê jinên Basanê ji pergala axatiyê re bêjin ‘êdî bas e’ û wiha got: “Ger em li Basanê bi ser bikevin dê gelek kar û berpirsyarî li benda me bin. Em dixwazin gelekî bixebitin û bi ser bikevin.”

Dê gel xwe bi xwe birêve bibe

Yek jê namzeta jin jî Sabûha Akdag e (25) ku ji navçeya Elkê hatiye nîşandan. Akdag ji beşa aborî ya Zanîngeha Şirnexê mezûn bûye û tev li gelek xebatên civakî bûye.

Akdag anî ziman ku piştî ji zanîngehê mezûn bûye, giraniya xwe daye ser xebatên partiyê û wiha domand: “Sedema bingehîn a cihgirtina min a li nava vê partiyê, têkoşîna partiyê ya ji bo jinan e. Bi hêz û enerjiya vê yekê, bawer im em ê hîn bêhtir guh bidin dengê jinên li herêma me. Daxwaz û pêwîstiyên wan dê daxwaz û pêwîstiyên me be.”

Di berdewamê de Akdag diyar kir ku dê rengê jinan di nav qada siyasetê de zêdetir bikin û gelê navçeyê xwe bi xwe bi rêve bibe û her wiha got ku dê li navçeyê jinan hîn bêhtir aktîf bikin. ŞIRNEX