Tevî qedexe ye jî li Başûr jin hîn jî tên sinetkirin

Tevî ku sinetkirina jinan li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê qedexe ye jî lê ev qanûn ji ber tenê li ser kaxiz dimîne û pêk nayê, rêjaya sinetkirina jinan li başûrê Kurdistanê zêde ye

Îro 6’ê Sibatê Roja Têkoşîna Li Dijî Sinetkirina Jinan a Cîhanê ye. Sinetkirina jinan di sala 1989’an ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê ve hat qedexekirin. Li gorî peymana mafên mirovan a madeya 19 û 24’an qedexe ye ku zarokên keç werin sinetkirin.

Rêxistina WADÎ ya alman li Herêma Kurdistanê bi sinetkirina jinan re têdikoşe û bi salan e li herêmê xebat û çalakiyên cur bi cur dimeşîne. Rêxistinê di sala 2018’an de li gel 2 hezar û 997 keçan anketek çêkir. Ev anket bi zarokên temenê wan ji 1’î heta 18 saliyan hatiye çêkirin. Di encamê de gelek kes bi xwe beşdar bûne û gelek kes jî malbatên wan bersiva pirsên rêxistina WADÎ dane.

Anket li herêma Germiyan, bajarê Hewlêrê û Ranya ya herêma Raperînê hatiye çêkirin. Di encama vê anketê de li herêma Germiyanê 29, Hewlêr 120 û li Ranyayê jî 164 keç hatine sinetkirin. Lê têkildarî bajarê Silêmanî, Helebçe, Duhok û Soran de tu zanyariyek nehate dayîn. Ev zarokên keç ên hatine sinetkirin jî zêdetir temenê wan di navbera 8 û 18 salî de ye .

Li gorî îstastîkên rêxistina WADÎ ya almanî, heya niha jî hejmareke ber bi çav zarokên keç li Herêma Kurdistanê tên sinetkirin û rêjeya vê jî weke 10.5 tê destnîşankirin.

Bi awayekî vekirî û veşarî zarokên keç tên sinetkirin

Berpirsê Projeya Rêxistina WADÎ ya almanî Şox Mihemed ku ev 10 sal e li başûrê Kurdistanê li ser sinetkirina jinan kar dike, têkildarî xebatên rêxistinê ev agahiyan da: “Li gorî ezmûnên me heya niha jî bi awayek vekirî û veşartî zarokên keç têne sinetkirin. Gelek ji van jinan berê ku bizewicin tên sintekirin. Hinek jî hîn di temeke zarokatî de tên sinetkirin.”

Qanûn tenê li ser kaxiz dimîne

Li gorî qanûna hejmara 8’an a sala 2011’an a parlamentoya Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan qedexe ye lê ev qanûn heya astekê tenê li ser kaxiz dimîne.

Qanûn heye lê rêxistin û welatî jî diyar dikin ku qanûn nayên pêkanîn û xemsar nêz dibin û heta niha jî rê li ber sinetkirina zarokên keç nehatiye girtin. SILÊMANÎ