Li Îngilistanê kampa jineolojiyê hate lidarxistin

Li Îngilistanê bi tevlêbûna 35 jinan, 4 rojan kampa jineolojiyê hate lidarxistin

Li Îngilistanê bi tevlêbûna 35 jinên ji bajarên wekî London, Manchester, Sheffîeld, Brîstol, Brîghtonê 4 rojan kampa jineolojiyê hate lidarxistin.

Di kampê de mijarên wekî jineolojî, konfederalîzma demokratîk, statu û rola jinê, kuştina mêraniyê, xwezaya jinê hatin guftûgokirin. Di guftûgokirina mijaran de rola mîtolojî, dîn, felsefe û zanistên Ewropayê jî hatin guftugokirin.

Beşdarên ku tev li kampa jineolojiyê bûbûn qala tecrubeyên xwe yên şexsî kirin. Jinên femînîst, çepgir, antî faşîst û antî kapîtalîst û xwedî perspektîfên cuda qala tecrube û têkoşîna xwe kirin.

Di kampê de jinan piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş û hemû çalakgerên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, anîn ziman. HEBDEN BRÎDGE