Jinan PDK şermezar kirin

Hêzên asayîşa PDK’ê duh êrîşî çalakvanên li ber avahiya NY’yê ya Hewlêrê kirin. Çalakvanên ku hatin binçavkirin, hatin dersînorkirin. Têkildarî mijarê endamên Meclisa Îştarê jî daxuyaniyek da û êrîşkariya hêzên PDK’ê şermezar kir

Endamên Meclisa Îştarê bi armanca piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li ber avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Lê hêzên girêdayî PDK’ê xwe li ber çalakiyê ranegirtin û duh êrîşî çalakvanan kirin. Di êrîşê de çalakvan hatibûn binçavkirin û piştre jî ji Hewlêrê hatin derxistin.

Asayîşa Hewlêrê ku di 31’ê çileyê de jî êrîşî çalakvanên kiribû, konê wan desteser kir û ambargo danîbû ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî). Asayîşê gef li gelê wargehê jî xwaribû û diyar dikir ku heta ku çalakiya Hewlêrê bi dawî dibe dê ambargoyê bi dawî nekin. Heman hêzên asayîşê duh jî saet derdora 14.00’an de êrîşî çalakvanan kir. Di êrîşê de alavên çalakvanan hatin desteserkirin û tevî çalakvanan, 5 xwendekarên zanîngehê ku ji bo piştgiriyê hatibûn, hatin binçavkirin. Hêzên asayîşê piştre çalakvan ji sînorê Hewlêrê derxistin.

Daxuyanî hat xwendin

Jinên ku hatin dersînorkirin, li rawestgeha Bazargeh a Qereçoxê ji hêla Meclisa Îştar a Mexmûrê ve hatin pêşwazîkirin. Li vir jî li ser navê meclisê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nêzikatiya NY û PDK’ê ji hev dûr nînin. Hat gotin ku ji roja duyemîn a çalakiyê heta niha PDK êrîşî çalakvanan dikir.

Hovane êrîşî çalakvanan kir

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku asayîşa PDK’ê bi hovane êrîşî çalakvanan kiriye û bi darê zorê jin binçakirine. Di daxuyaniyê de helwesta PDK’ê hat şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “Hevrêyên me hatin dersînorkirin û anîn seytereya Bazargeh a Qereçoxê. Wisa xuya ye ku ji bilî Hewlêrê tu devereke din weke xaka Kurdistanê nabînin. Çi dibe bila bibe dê çalakî bi şêwazên cuda bidome.”

Piştî daxuyaniyê jî çalakvan vegeriyan Wargeha Mexmûrê. MEXMÛR