Ji bo şikandina zîhniyeta civakê bû namzet

Şehnaz Denîz ku li Nisêbînê yekane namzeta jin a keyatiyê ye, diyar kir ku ew dixwaze pêşdaraza civakê ya ‘jin nikare vî karî bike’ bişikîne û got ku dê nîşanî civakê bide ku jin dikare her karî bike

Demeke kin ji hilbijartina herêmî re ma û di vê hilbijartinê de ne tenê namzetên hevşaredariyê di heman demê de namzetên keyayan jî bên hilbijartin.

Li Nisêbînê ya Mêrdînê 12 namzetên keyatiyê hene û yek ji van jî jina bi navê Şehnaz Denîz e ku ji taxa Yenî Turanê bûye namzet.

Denîz têkildarî sedema namzetiya xwe  axivî û ev tişt anî ziman: “Ez li Nisêbînê hatim dinê û mezin bûm. Ez dixwazim li Nisêbînê bi jinan re bixebitim. Ez difikirim ku li navçeyê divê jin hemû derfetan bikar bînin. Ji ber vê ez bûm namzet. Di rêveberiyên herêmî de xwedî tecrube me û min 5 salan li Nisêbînê encumenî kir.”

Di axaftina xwe de Denîz daxuyand ku ew hewl dide ku pêşdaraza civakê ya ‘jin nikarin vî karî bikin’ bişikîne û wiha got: “Ji ber jina ku civakê ava dike divê xurt be. Divê bê dîtin ku jin li her qadê dikarin kar bikin û zîhniyeta ku dibêje ‘jin nikarin vî karî bikin’ bê hilweşandin. Em jî ji bo vê zîhniyetê bişikînin ketin vê rê. Di rewşa bibim keya de ez ê projeyên der barê jin û zarokan de bikim jiyanê. Em ê her tim li cem gelê xwe bin. Em jin bi xwe bawer in.” MÊRDÎN