Bi pêşengiya jinan tecrîd û komplo hat şermezarkirin

Navenda Nuçeyan

 

Kongreya Starê ya bi armanca şermezakirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna Leyla Guven ku ev 92 roj in didome, li hemû herêmên başûr û rojhilatê Sûriyeyê mîtîng pêk anîn. Di mîtîngan de hat gotin ku di serî de jin dê hemû gelên herêmê heta azadiya Ocalan li ser pêyan bin

Mîtîngên Kongreya Starê ku bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteka bi çalakiya Leyla Guven re ku ev 92 roj in berdewam dike, bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û avakirina neteweya demokratîk misoger bikin’ dest pê kirin.

Jinên herêma Qamişloyê li Stada Heysem Kuço, jinên herêma Firatê li Parka 19`ê Tîrmehê, jinên taxa Şêxmeqsûd li Çerxerêya Serokatî û jinên Efrîn û Şehbayê jî li navçeya Ehdas kom bûn.

Jinan di mîtîngê de wêneyên Ocalan, Guven û pankartên bi nivîsa ‘Bi sekna Leyla, ruhê Şêladizê em ê komployê hilweşînin’, ‘Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ hildan.

Dê jin her li ser pêya bin

Di axaftinên ku mîtîngan de hat gotin ku dê bi pêşengtiya jinan tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û hat diyarkirin ku heta azadiya Ocalan di serî de kurd hemû gelê herêmê li ser pêyan bin.

Di mîtîngah Herêma Firatê de endama Koordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah axivî. Abdullah anî imzan ku dê bi ruhê jinên berxwedêr ên wekî Avesta û Arînan û bi îradeya Leyla Guven ku ev 92 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û heta bigihêjin armaca xwe dê li ser pêyan bin.

Bi yekitiya gelan dê komplo têk biçe

Di mîtînga Herêma Cizîrê jî endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsûf da zanîn ku dê ew wekî jin destê xwe bidin hev û nehêlin ku komplo bigihêje armanca xwe û got ku dê komplo bi yekitiya jinan û gelan têk biçe.

Her wiha jinên ku tev li mîtînga li Kantona Şehbayê bibûn jî, teqez kirin ku bi derbasbûna 21 salan di ser komploya li hemberî Ocalan de jî fikrên Ocalan azad in û ev fikrên Ocalan roj bi roj belav dibin.

Jinan bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven û da zanîn ku daxwaza Guven daxwaza wan e û gotin ku heta azadiya Ocalan dê têbikoşin û li ser pêya bin.

Daxuyaniya hevpar hat dayîn

Di aliyê din ve piştî hemû axaftinên li mîtîngan de daxuyaniya hevpar hat xwendin. Daxuyaniya hevpar k udi mîtîngan de hat xwendin wiha ye: “Plangeriya navdewletî ku di kesayeta rêberê gerdûnî yê mirovahiyê, roja Mezrabotan rêber Apo de li dijî tevahiya gelê kurd, jinên azadîxwaz û mirovahiya pêşverû hat destpêkirin, 20 sal li pey xwe hiştin û di 9’ê Cotmehê de ket 21’emîn salvegera xwe. 15’ê Sibata 1999‘an wek ‘Roja Reş’ derbasî rûpelên dîrokê bû. Ev dîrok di heman demê de ji bo kurdan û mirovahiya pêşverû tê wateya 21’emîn salvegera têkoşîna hebûn û azadiya li dijî plangeran.

Em wek gelê kurd, ereb, suryan, ermenî, çeçan û tevahî pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û jinên têkoşer ên vî gelî, di 21‘ê salvegera wê de tevahî hêzên ku di vê plangeriya herî kirêt û hov a dîrokê de cih girtî, bi hêrsa xwe ya welatparêzî û bi biryardayîna xwe ya têkbirina plangeran lanet dikin. Her wiha em bi boneya vê rojê, hemû kesên ku li dijî plangeriya navdewletî li dora rêber Apo bûn xelekeke ji agir û ev 20 sal e li hember hemû zor û zehmetiyan têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, bi hestên şoreşgerî silav dikin. Em di bîranîna şehîdên leheng ên doza azadiyê de ew qehremanên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora rêberê xwe bûn xelekeke ji agir û gihîştin karwanê şehîdên nemir, bejna xwe ditewînin, şehîdên xwe bi rêz û bi serfirazî bi bîr tînin.

Jinên bi rûmet;

Wek tê zanîn, hêzên gerdûnî, herêmî û xwecihî yên paşverû ku li Kurdistanê di kiryarên xwe yên qirker de tu sînoran nas nakin, li dijî rêberê me êrîşkariya herî mezin a dîroka mirovahiyê bi pêş xistin, DYA wek aktoreke sereke di vê êrîşê de cih girt, Îsraîl, Yewnanistan û Rûsya jî beşdar bûn. Heman êrîş bi tevlêkirina hêzên paşverû, bêyî ku tu sînorên exlaqî û hiqûqî nas bike, ev 20 sal e bi rengekî bêeman û hovane tê domandin. Rêber Apo ev 20 sal e li girtîgeha Îmraliyê di nav sîstemeke tecrîdê de, rastî zextên herî mezin tê hiştin ku di dîrokê de tu mînakeke wê ya din nîne.

Di şexsê rêber Abdullah Ocalan de yên ku ev 20 sal e tecrîdkirî ne, gelê kurd, jinên kurd û ciwanên kurd e; gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiya azad e. Hêzên paşverû yên modernîteya kapîtalîst û statukoya herêmê hewl da ku bi vî rengî bikarin di şexsê rêberê me de ji gel, ji jinan, ji ciwanan û ji hemû azadîxwazan tolê hilînin. Armanca komplogeran ew bû ku bikaribin li pey dîlgirtina Rêbertiyê PKK’ê, têkoşîna gelê kurd û pêşengiya jinên kurd ên li herêmê ji holê rakin. Komplo di cewherê xwe de li hemberî rastiya ‘Jina azad, jiyana azad û civaka azad e’ jî wek destwerdanekê ket meriyetê. Ji ber ku têkoşîna azadiya jinan li hember sîstema serdestiya zilaman jî pêngaveke bi biryar û ya azadiyê bû.  Lê belê Rêbertiya me bi têkoşîna xwe ya 20 salan a li Îmraliyê hemû armancên komplogeran pûç kirin. Li dijî hemû ferzkirinên dagirkeran bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan derseke dîrokî da dagirkeriyê û hesabê komploya bêbext ji wan pirsî. Di encama vê yekê de tesfiyekarî bi xwedîlêderketina xeta rêber Apo hat tasfiyekirin,  di hêla siyasî û leşkerî de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Gelê kurd jî bi pêşengtiya jinan, bi ruhê berxwedana dîrokî ya ji Rêbertiya xwe wergirtî, bi armanca parastina hebûn û azadiya xwe ‘şerê gel a şoreşgerî’ bi biryardayîn gihîştina pêşeroja azad, dan destpêkirin.

Divê baş bê zanîn ku belaya bi navê DAIŞ’ê jî bi armanca domandin û biserxistina komployê li ser gelên herêmê û bi taybet li ser jinan hat ferzkirin. DAIŞ bi vê mebestê ji hêla komplogeran ve hat afirandin û xwedî kirin. Lê bi pêşengiya jinên kurd, lehengên ku di eniyên şer de DAIŞ têk birin, di heman de sekna li dijî van çeteyan tevgera azadiya kurdan, berxwedaniya jinên kurd û xeta parastina cewherî di çavên tevahiya cîhanê de gihandin asta piştgiriyeke gerdûnî. Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jin tê nasîn bersiva herî mezin û bi wate ya li dijî hêzên komplogeran di rûpelên dîrokê de bû xwedî cihekî zêrîn. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, di heman demê de ji bo gelên cîhanê jî bû navendeke bihêz a jiyana alternatîf.

Ji roja destpêkirina têkoşîna azadiyê heya niha di şexsê Rêbertiya me de, dijmintiya sîstema kapîtalîst ya li dijî tevgera azadiyê û kurdên azadîxwaz divê girêdayî van rastiyan bê nirxandin.

Gelên herêmê yên têkoşer,

Îro ji her demê zêdetir aşkera bûye ku li hemberî kes, hêz û rêxistinên evîndarên azadiyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Komploya Navdewletî di nava hev de tên meşandin. Ji ber ku hêzên ku duh di komployê de cih girtibûn, heman hêz îro li dijî gelan Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dimeşînin. Pergala emperyal bi armanca ku bikare bigihîje armancên xwe yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hewl dide astenga herî mezin ya li pêş xwe rake.

Lewre ji 11’ê Îlona 2016’an heya niha ji rêberê gelan; rêber Apo agahî nayên wergirtin, lewre mercên tecrîd û îzolekirina Rêbertiya me ji her demê girantir in û hemû erîşên li ser tevger û gelê me di serî de li Îmraliyê, li hember Rêbertiya me tên pêkanîn. Sekna Komîteya Şopandina Îşkenceyê (CPT), konsey û Parlemantoya Ewropayê ne tenê li beramber vê dijmiroviyê bê dengiyek e, heman sazî bi vê bêdengiyê careke din piştrast dikin ku ew saziyên herî birêxistinkirî yên sermayedariyê ne. Helwest, tevgerandin û biryarên wan di çarçoveya berjewendiyên îdeolojîk ên sermayedariyê de ne. Ya rast; komplo her çendî ji hêla rêber Apo ve bi pêşxistina paradîgmaya me ya nû hatibe têkbirin jî, bandorên paradîgmayê yên li ser gelên herêmê, Rêbertiya me û tevgera me hîn bihêztir kiribe û PKK’ê bi vê hêzê 40’emîn salvegera damezirandina xwe pêşwazî kiribe jî, li hemberî vê komploger jî dest ji stratejiya têkbirina tevgera Apoyî berneda ne.

Di van demên dawîn de biryara Amerîkayê ya li ser her sê endamên pêşeng ên tevgera azadiyê, nîşaneya vê rastiyê ne. Heman sîstem hêzên me yên Rojava jî ne bi armanca demokratîzekirina herêmê, hewl dide bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe yên li herêmê bi kar bîne.

Xuya ye ku tecrîda li ser Rêbertî, dagirkirina Efrînê û hewldanên guhartina demografyaya wê, amadekariyên êrîşa li ser bakur û rojhilata Sûriyeyê, li hemberî vê yekê bêdengî, heta pejirandina rejîma Sûriyeyê, bi erêkirina PDK’ê ji hêla dewleta tirk a faşîst ve tevgera dagirkirina Başûr, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê, tevgerên hewayî û bejayî yên li ser Qadên Parastinê yê Medyayê, li Başûr bi biryara YNK’ê girtina navenda Tevgera Azadî û RJAK’ê, biryara hikûmeta Iraqê ya daxistina deriyê sînor ê di navbera Şengal û Rojava de, ne bûyerên serbixwe ne; girêdayî plansaziyeke hevbeş in û di encamê de armanc, domandin û bi encamkirina Komploya Navdewletî ye.

Gelê me yê bi rûmet û dostên hêja;

Divê em ji bîr nekin ku van kiryaran tevî tirsa hêzên herêmê û navdewletî ya ji tevgera azadî, gelê kurd, ereb, suryan, çeçan, ermen, tirkman û tevahî jinên azadîxwaz yên herêmê ye ku van hêzan xwedî potansiyela herî mezin a demokratîkkirina herêmê ne.

Ev 20 sal e berxwedana Rêbertiya me li Îmraliyê, berxwedaneke bê hempa ye ku dîrok heya niha şahidî bi vîneke wisa nekiriye. Ev berxwedan, berxwedana ronîkirina pêşeroja gelê kurd û gelên herêmê ye. Ev berxwedan, berxwedana rêya rizgariya jinan û hemû bindestan e.

Li hemberî van rastiyan dirûşma ‘Sonda me ye; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn’ nîşaneya biryardariya tevgera me ya azadiyê ya li hemberî her cure êrîşan e. Wekî ku ji naveroka şîarê jî diyar dibe, pirsgirêka sereke tecrîda li ser rêber Apo ye, çareserî jî bi tenê dikare bi şikandina tecridê pêkan be. Bi vê hestiyarî û hişyariyê qada me ya xebatê jî di nav de, îro li her deverên Kurdistanê û hemû erdnîgariyên kurd lê dijîn, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê gravên birçîbûnê bênavber tên domandin. Ji hêla hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengîkirina çalakiyeke wiha xwedî nirxekî dîrokî ye. Çalakiya bi Leyla Guven dest pê kirî, li hemberî her cure êrîşkariyan nîşandana vîna polîtîk a berpirsiyar e. Çalakiyên li her deverê bi rê ve diçin, bi yek dengî bangawaziya gelê kurd û derdorên azadîxwaz e ku dibêjin ‘Faşîzm çiqas xwe berfireh bike, li hemberî wê, berfirehkirina berxwedanê erkekî exlaqî û wijdanî ya demê ye’ Di wê wateyê de li zindanan, li Hewlêr û li Strasbourgê destpêkirina gravên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger gavên radîkaltir bi armanca şikandine tecrîdê ne.

Jinên pêşeng û gelê me yê têkoşer,

Çawa ku di hemû demên dîrokê de yên zalim û zulimkar, nekarîne li hember vîna mafdaran bi ser bikevin û çawa ku di xwîna ku rijandî de hatibin fetisandin, îro jî dagirker û neyarên gelê kurd, gelên herêmê û mirovahiyê ku di şexsê Rêberê me de zilm û qirkirinê li dijî gelan rewa dibînin û pêk tînin, wê nikaribin xwe ji hêrsa hesap pirsîna dîrokî ya gelê me rizgar bikin.

Çawa ku ev 20 sal e hemû hewldanên komplogeran hatibe valaderxistin, ji niha û şûn ve jî rêya bi tenê ya têkbirina komployê bi şêweyekî hîn bi rêxistinkirî û bi zanebûneke hîn xûrt, bilindkirina têkoşînê ye. Îro destkeftên me ji her demê zêdetir e. Komplo ne tenê bi serneketiye, her wisa mafdariya têkoşîna rewa ya gelê kurd hîn bêhtir derxistiye holê û piştrast kiriye. Lewma divê sala 21’emîn ji bo me bibe sala bi temamî ji holê rakirina plangeriya navdewletî. Di nava 20 salên borî de jinan bi sekna xwe ya pêşengî û bi tekoşeriya xwe, vê biryardariyê derxistin holê. Îro jinên bakurê û rojhilata Sûriyeyê  bi pêşengtiya jinên kurd ji eniyên şer bigire heya qada siyasî, ji xebatên rêxistina civakî bigire heya parastina cewherî, di hemû qadên jiyan û têkoşînê de xwedî li erkên xwe yên pêşengiyê derdikevin û ev rista pêşengî ji hêla cîhanê piştgiriyeke mezin dibîne.

Jinên kurd asta xwe ya îro deyndarê rêberê xwe ne, di gel tevahî zextan, hevpeymana xwe ya li gel rêber Apo tu caran lewaz nekirin, gav bi gav xurttir kirin û xistin meryetê. Jinan bi vî rengî girêdanên xwe yên bi rêber Abdullah Ocalan bi pêşxistin û pêşengiya têkoşînê tacîdar kirin. Ji ber vê çendê 21’emîn a salvegera komployê dê ji bo me jinan bibe sala bicivakîkirina hevpeymana li gel Rêbertî û bi jiyanîkirina ‘hevpeymana civakî’. Ji bo vê yekê erkên îsal ên li pêşiya me gelekî zelal û aşkera ne. Beriya her tiştî em ê li hemberî her cure êrîşan, bi pêşengiya jinan vîna parastina cewherî derxin pêş û bi vê pêşengiyê şerê gel ê şoreşgerî, heya gihîştina serkeftinê bilind bikin.

Em ê gefên dorpêç û dagirkeriya gelemperî, bi derxistina pêş a hêza yekitiya gelan bibersivînin, xurtkirina tifaqa gelên li Sûriyeyê weke perspektîfa xwe ya sereke bi dest bigirin.

Jinên birûmet û hêja,

Bi vê boneyê di ketina 21’emîn salvegera 15’ê Sibatê de em bi pêşengiya Kongreya Star pêvajoyeke çalakiyan ku ji 7’ê Sibatê heya 15’ê Sibatê bidome, didin destpêkirin. Perspektîfa me ev e; ji ber ku êrîş gelemperî ye, divê berxwedan, çalakî û têkoşîn, gelemperî û bê sekin be. Bi vê mebestê divê her kêliyeke jiyanê wek kêliyên têkoşînê bên dîtin ku em ê bikarin ‘Bi rêbertiya azad, welatê azad û gelê azad re siberojên azad biafirînin.’ Divê em ji bîr nekin ku Rêbert, li Îmraliyê li ber xwe dide, gel li ber xwe dide û hêzên me yên şerê neyaran dike, hêviyên azadî yên mirovahiyê ne.

Li ser vê bingehê em wek Kongreya Star careke din komplogeran şermezar dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêz û minnet bi bîr tînin, di serî de jinan û ciwanan, bang li hemû gelên xwe û dostên hêja dikin da ku bikaribin bi hêz beşdarî çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê bibin.” QAMIŞLO