Jinên berxwedêr li ser laçika spî xêz kirin

Mamoste û wênesaz Fatoş Îrven, Leyla Guven a ku 93 roj in di greva birçîbûnê  de ye û rojnamegera girtî Kîbriye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez ku 55 roj in di grevê de ne li ser laçika spî xêz kir

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 93 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Greva ku bi pêşengiya Guven hat destpêkirin li tevahiya girtîgehan belav bû. Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya ku beriya Guven bê tehliyekirin di heman qawişê de diman jî dest bi grevê kiribûn û çalakiya wan di roja 55’emîn de berdewam dike. Hat diyarkirin ku rewşa tendirustiya her 3 girtiyan jî di xeterê de ye.

Mamoste û wênesaz Fatoş Îrven ku bi jinên berxwedêr re li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye li ser laçikeke spî bi pênûsa xwe her çar jinên berxwedêr xêz kirin. Îrven li bin wêneyên ku xêz kirin wiha nivîsiye; ‘Li welatê me jin berî rojê şiyar dibin û berxwedana Sara ji cihê mayî berdewam dike.’

Her wiha Îrven navê her çar jinan jî li bin wêneyên ku xêz kirine nivîsîne. AMED