Tecawiz bi qanûnan tê rewakirin

Dadgeha Destûra Bingehîn îtîraza ji bo rayeya birîna mehrê ya ji bo meleyan hatibû kirin, red kir. Parlamenter Zuleyha Gulum der barê mijarê de axivî û got ku bi zewaca zarokan tecawiz tê rewakirin

Bi guherîna di fikraya duyemîn a xala 22’yemîn a Qanûna Xizmetên Nifûsê ya Hejmara 5490’î re rayeye birîna mehrê dabûn miftiyên navend û navçeyan û li dijî vê di 23’yê çileyê de îtîraza betalkirina vê qanûnê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatibû kirin jî, hat redkirin. Jinên bertek nîşanî vê redkirinê dan, bi çalakiyan vê qanûnê şermezar kirin û diyar kirin ku ger ev qanûn bikeve meriyetê dê zewacên di temenê biçûk de zêde bibin û ser bûyerên tecawizê jî bi vî awayî bên girtin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê parêzer Zuleyha Gulum jî encamên rayeya birîna mehrê ya dide meleyan nirxand û got ku di bin navê zewaca zarokan de tecawiz tê rewakirin.

Gulum da zanîn ku jinan li dijî vê sererastkirina qanûnî ya rayeya birîna mehra fermî dide meleyan dengê xwe bilind kirine û wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn îtîraza jinan nebihîst. Qanûn dê pêşî li zewaca zarokan vebike. Ji ber vê nikare bê qebûlkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji pergala hiqûqê dûr ketiye û bûye maşika desthilatdariyê. Dadgeha Destûra Bingehîn bi vê biryara xwe nêzîkatiya xwe ya li hemberî zarokan bi awayekî zelal nîşan daye. Rayeya ji bo meleyan tê dayîn, dê pêşî li zewaca zarokan veke. Ev biryar nikare wek referansek olî bê dayîn.  AKP olê bi kar tîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Gulum anî ziman ku li welat li ser zarokan di bin navê mehra olî û zewacê de tecawiz tê ferzkirin û bi qanûna efûya îstîsmarkarên zarokan ji bo van zewacan zêdetirîn piştgirî hatiye dayîn û destnîşan kir ku dê li dijî zîhniyeta ku di bin navê zewacê de tecawizê li ser jin û zarokan ferz dike, têbikoşin. AMED

Dikarî Biecibînî