Li Şehbayê jiyaneke nû diafirînin

Jinên ji Şehbayê ku piştî pêkanînên rejîma Baasê di tarîtiya faşîzma DAIŞ’ê de man, piştî ku herêma wan hate rizgarkirin dest bi jiyaneke nû kirin û tevli xebatên Meclisa Jinan a Şehbayê bûn

Jinên li Şehbayê, piştî ku herêm sala 2016’an hate rizgarkirin sîstema xwe ava kirin. Jinên ku xwe di nava Meclisa Jinan a Şehbayê de bi rêxistin kirin, êdî li her qada jiyanê bi nasnameya xwe hene.

Ji rêveberiya Meclisa Jinan a Şehbayê Rîfe Îbrahîm El Ehmed, Hamîde Temo û endama meclîsê Fatma El Mesrî ji ANF’ê re qala dema berî û piştî şer kirin.

Rîfe Îbrahîm El-Ehmed wiha axivî: “Bi DAIŞ’ê re jiyan li me herimî. Jin neçar man li hundirê malê asê bimînin. Ji tirsa em nikarîbûn ji mala xwe derkevin. Bi her şêweyî zilm dihate kirin. Piştî ku em ji DAIŞ’ê rizgar bûn, ji nû ve ruh bi me ve hat. Em bûn xwedî hêza xwe. Jinan cihê xwe li her qada jiyanê girt. Bi taybetî di nava komun, meclis û saziyên din de cih girtin. Bi şoreşê re me xwe baştir nas kir û fêhm kir bê azadî çi ye.”

Fatma El Mesrî bi bîr xist ku beriya şoreşê zextên giran li jinan dihatin kirin û wiha got: “Bi hatina DAIŞ’ê re jiyan li me jinan bû îşkence. Neviyeke min heye 8 salî ye, çarşef li wê jî kirin. Zaroka di wî emrî de neçar dima ku rûyê xwe bigire. Bi şoreşê re jin bêhtir bi pêş ketin. Jin li her qada jiyanê hene.”

Hemîde Temo jî ev tişt anî ziman: “Em jinên ereb jîr û karker in, lê ne birêxistin bûn. Berê em tenê li malê bi karê malê û zarokan re mijûl bûn. Niha em derdikevin derve, jin xwe bi rêxistin dikin, civakê perwerde dikin û dikarin bi hevalên xwe re diyalogên xweş çêbikin. Di nava jinan de têkiliyên gelekî bedew çêbûn. Jin bûn hevalên jinê.” ŞEHBA

Dikarî Biecibînî