Meclisa Jinan a HDP’ê beyannameya hilbijartinê aşkera kir

Meclisa Jinan a HDP’ê bi dirûşma ‘Em bi hev re soz didin em ê bi hev re ava bikin û pêk bînin’ Beyannameya Hilbijartina 31’ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî aşkera kir. Di beyannameyê de hat gotin ku jin dê bihevre biserkevin

Meclisa Jinan a HDP’ê Beyannameya Hilbijartina 31’ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî ya bi ser navê ‘Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê’ aşkera kir. Di beyannemeyê de bal kişand ser girîngî û wateya jiyana ekolojîk, azadiya jinê û pergala hevserokatiyê. HDP’ê bi dirûşma ‘Em bi hevre soz didin em ê bi hevre ava bikin û pêk bînin’ beyanname aşkere kir.

Beyanname ya bi zimanê kurdî ji hêla hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren bi kurdî û ya tirkî jî ji hêla berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate xwendin. Di beyannameyê de beşdar, Leyla Guven û hemû jinên di çalakiya greva birçîbûnê de hatin silavkirin. Uren diyar kir ku di dîrokê de hemû desthilatdarî li ser cudakariya zayendê hatine avakirin lê li aliyekî din, dîroka têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e. Uren got ku bi saya destkeftiyên heta niha îro jin jin beyannameya xwe ya hilbijartinê û namzetên hevşaredariyê aşkera dikin.

Beynnameya Meclisa Jinan a HDP’ê wiha dom kir:

“Têkoşîna me ji bo mafên me û jiyana me ye. Ji bo me demokrasiya herêmî gelek girîng e. Ger demokrasiya herêmî xwe bispêre parvekirineke adilane, dê civakeke demokratîk û wekheviya zayendî ava bike. Îro bi taybetî li ser jinan û li ser tevahiya civakê tecrîdeke giran heye. Dixwazin jin xwedî biryar nebin, dixwazin jin xwedî îrade nebin. Dixwazin hemû civakê bixin bin kontrola xwe. Lê jin li dijî van polîtîkayan serî natewînin û çong venadin. Jin li ber xwe didin!

Tecrûbeya têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê û şoreşa jinê ya Rojava, îro rêya me ronî, hêviya me geş dike. Em ê bi rêveberiya xwecihî û herêmî, bi feraseta jiyana nû, bi îdiaya xwe ya hev-jînî,  sedsala 21’emîn bikin sedsala azadî û şaristaniya jinê!

Tifaqa faşîst ya AKP-MHPê, dixwaze bi hilbijartinên herêmî, avakirina rejîma nû temam bike. Em ê li dijî vê feraseta ku dixwaze hemû hêz û desthilatiyê têxe destê “zilamekî” û li dijî rêveberiya mêrane, navendî û otorîter, li sîstema xwe ya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk, xwedî derkevin û bi hev re jiyaneke nû ava bikin!

Em jin li dijî rejîma qeyûman hêza xwe û îradeya xwe dikin yek. Rejîma qeyûman dixwaze ku sîstema me ya herêmî ya ku têkoşîna azadiya jinê dike, hilweşîne. Dixwaze ku jinan ji qadên jiyanî bi dûr bixin û hemû destkeftiyên me yên jinan, yên ku me ked û têkoşîneke mezin bi dest xistiye, desteser bike.

Rejîma qeyûman, êrîşî sîstema me ya hevserokatiyê dike û hemû navendên jinan, stargeh û jîngehên jinan, bazargehên keda jinan, nivîsgehên polîtîkayên jinan û hemû midûriyetên jinan girtin. Rejîma qeyûman rûyê sîstema mêrane ya AKP’ê temsîl dike. Em ê berê qeyûman bidin Enqereyê û em ê xwe bi rê ve bibin.

Li dijî rejîma qeyûman û sîstema tecrîda li ser civakê, ya ku bi KHK’yan jin ji qadên jiyanê derxistine, çapemenî bi temamî xistine bin kontrola xwe, hemû dezgehên jinan û komeleyên mafê mirovan girtine û êrîşî akademî, zanist, huner û nasnameyên zayendî dike, em jin, em ê bibin yek. Em ê xwe jî, bajarên xwe jî bi xwe bi rê ve bibin.

Jinên hêja,

Em nikarin têkoşîna azadiya jinê, siberoja gelan, daxwaza aştiyê ya milyonan, teslîmî rejîma zilamekî bikin. Têkoşîna me ya ji bo mirov, xweza û kedê, ji desthilatdariya wan a zilm û zordariyê xurttir û qedîmtir e.

Em hebin, hêvî jî heye. Em hene û hêviyê geş dikin.

Em dikarin di vê hilbijartinê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya dijminê jinê û xwezayê têk bibin. Destkeftiyên me ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Em dikarin ji wan destkeftiyan zêdetir, destkeftiyên nû bi dest bixin. Em dikarin tifaqa xwe ya demokratîk û tora xwe ya piştevaniyê bi hêz bikin û bi têkoşîna xwe bi ser bikevin. Em bi hev re serfiraz bûn, em ê dîsa bi hev re bi ser bikevin.

Me di şaredariyan de temsîliyeta wekhev û sîstema hevserokatiyê ava kir û mohra xwe li siyaseta herêmî xist û der barê jiyana xwe de em bûn xwedî biryar û xwedî îrade. Me Nivîsgehên Polîtîkayên Jinê, navendên şêwirmendiyê yên jinan, penageh, navendên îstîhdamê yên jinan, kooperatîfên jinan, bazargehên taxan ên jinan, marketên mor ên cihên aîdî jinan, bostanên bajaran, wargehên xwendekarên keçikan û kreş ava kirin û ev yek bû bingeha siyaseta me. Me siyaseta xwe li ser pêdiviyên jinê ava kir. Hemû xebatên me ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin lê me dîsa jî li gorî budçeya zayenda civakî ev xebatên xwe meşandin. Em tenê ne ji bo Tirkiyeyê, em bi xebatên xwe ji bo cîhanê bûn nimûne.

Em li sîstema xwe ya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk xwedî derdikevin û jiyaneke nû bi hev re ava dikin.

50 roj şûnde hilbijartinên herêmî dê bên kirin. Ligel hemû polîtîkayên AKP’ê yên antî-demokratîk û zextên AKP’ê, em dibêjin ‘xwe jî, bajarên xwe jî em ê bi rê ve bibin.’ Em îro jî bi biryar in û em dibêjin ‘em ê li destkeftiyên xwe, li sîstema hevserokatiyê, li sîstema xwe ya pirnasnameyî, pirçandî, pirzimanî û demokratîk, ekolojîk û ya li ser wekheviya zayendî hatî avakirin, xwedî derkevin.’

Li dijî sîstema ‘yek zilam’ û ‘tim zilam’, sîstema hevserokatiyê û temsîla wekhev, xeta me ya mor e!

Em ê sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di hemû mekanîzmayên rêveberiyên herêmî de karîgertir bikin, siyasetê demokratîze bikin û feraseta mêrane ya mezhebparêz, tekparêz û talanker hilweşînin.

Em ê di her qonaxên rêveberiyên herêmî de, budçeyeke li gorî wekheviya zayenda civakî ava bikin. Em ê tim li dijî cudakarî/newekhevî têkoşîna xwe bidomînin û wekî berê me kiribû, em ê dîsa budçeyeke li gorî wekheviya zayenda civakî ava bikin.

Xwe jî, herêma xwe jî, em ê bi rê ve bibin!

Armanca me ew e ku em hemû gund, bajar, bajarok, navçe û jiyangehên xwe ji cudakarî, newekhevî û ji zayendparêziyê rizgar bikin. Em plansaziya bajarî ya ku cudahiya çînî zêde dike, jiyangehên komunal tune dike, rêveberiya bajêr dike navendî û li ser esasên modeleke mêrane, ya yektîp û yekreng hatiye avakirin, qebûl nakin.

Em ê plansaziyeke bajarî ya ekolojîk, pirreng, pirdeng û li ser pêdiviyên mafên jinê yên wek mafê jiyanê, mafê tenduristiyê, mafê perwerdeyê, mafê veguhestin û ewlehiyê hatiye avakirin esas bigirin.

Li dijî polîtîkayên şer, li dijî talana xwezayê, li dijî polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê, koçberî û guherandina demografyayê, em ê bi hev re têkoşîna xwe bimeşînin. Em ê hemû bajarên xwe yên werankirî, li gorî daxwaza gelê xwe, bi hev re ji nû ve ava bikin.

Zihniyeta ku dixwaze serdestiyê li jinê bike, heman polîtîkayê li ser ziman û çand û xwezayê jî pêk tîne. Xwezaya me, bi temamî tê talankirin. Li dijî vê ferasetê, em ê bi perspektîfa xwe ya ekolojîst, têkiliya mirov û xwezayê li ser esasên demokratîk ava bikin.

Em bi hev re soz didin, em ê bi hev re ava bikin û pêk bînin!

* Em ê li dijî talanê, li dijî sîstema ku mafê me yê sereke binpê dike û gelê me bi darê zorê koçber dike rola xwe ya pêşengtiyê bilizîn û rê nedin talana dewlemendiya me ya çandî û dîrokî. Em ê hemû dewlemendiya xwe biparêzin, li dijî destwerdana qada gelemperî û piyaseparêziya xizmetkariya bajêr, em ê têkoşîna xwe bi xurttir bidomînin.

* Em ê her demsal bi dirûşma ‘dareke te ya çandî tune be, tu jî tune  yî’ bi kampanyayan şitlan biçînin û bostanên bajêr û daristanên bajêr bi hev re ava bikin.

* Ji bo parastina tovên herêmî, em ê ‘xaniyên tovên herêmî’ ava bikin. Em ê teşwîq bikin ku kooperatîfên ji bo hilberandina tovan, zêdetir bibin. Em ê van tovan li gelê xwe bêpere belav bikin.

Li dijî hişmendiya kapîtalîst ya li ser kar û qezencê hatiye avakirin, em ê bi hev re par ve bikin û aboriyeke kolektîf ava bikin;

Em ê kedxwarî, yekdestî û kar û qezenca li ser keda jinê tê bidestxistin, xelas bikin.

* Ji bo ku jin zêdetir beşdarî aboriyê bibin, em ê ‘Kooperatîfên Jinê yên Azad’ ava bikin.

* Karakterê zayenda koçberiya demsalî, jin e. Em ê bi projeyan rê li ber koçberiya demsalî bigirin û bibêjin ‘bila cihê jidayikbûnê bibe cihê têrbûnê.’

*Ji bo ku jin di nav bajêr bi awayekî azad siwarî seyareyan bibin, em ê di otobûsên şaredariyan de projeya Jin Kart/Karta Jinan pêk bînin.

*Ji bo ku jin bi awayekî azad beşdarî nav jiyana aborî û jiyana gelemperî bibin, em ê li her taxê, nemaze li cihên ku îstîhdam lê zêde ye, em ê kreşên ku 24 saetan xizmetê didin ên bêpere û bi zimanê dayikê ava bikin.

*Perwerdeya demokratîk, bêpere û wekheviya zayendî, mafekî serekî ye

*Perwerdeya tekparêz, nîjadperest, mezhebperest û cudakariya zayendî, dibe sedema pevçûna mirov û civakê û rolên zayenda civakî kûr dike, tundiya li ser jinê rewa dike, civakê ditirsîne û ziman û çandên cuda tune dihesibîne.

*Em ê perwerdeya zimanê dayikê ya bêpere, zanistî û li ser esasên ziman, çand, nasname, baweriyên cuda û wekheviya zayenda civakî hatiye avakirin, bi pêş bixin. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê dewrî rêveberiyên herêmî bê kirin, em ê têkoşîne xwe bidomînin.

Mafê tenduristiyê ya wekheviya zayenda civakî mafekî rewa ye

Tenduristî ne tenê dermankirine, tenduristî ew e ku mirov nexweş nekeve. Şer, pevçûn, zext, zor û kedxwarî, tenduristiya mirov xerab dike. Ji bo mafê tenduristiyê, tiştê esas ew e ku cih û derfetên bi tendurist bên avakirin.

Li gorî AKP’ê, tenduristî ne mafek e, ew mirovan wek mişterî, nexweşxaneyan jî wek kargehan dibînin. Em polîtîkayên tenduristiyê yên rantxwer qebûl nakin. Em feraseta AKP’ê ya ku tendurisitiya jinan dike qurbana polîtîkaya xwe qebûl nakin, em polîtîkayeke giştî ya tenduristiyê diparêzin.

*Em jin dibêjin ‘em ê bijîn û bidin jiyandin’; em ê wek mafekî civakî, xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê, belav bikin.

*Em ê bi hev re navendên tenduristiya jinê, yên bêpere, bi zimanê dayikê û berdest li bajarên xwe ava bikin.

* Em ê di bin banê şaredariyan de yekîneyên têkoşîna li dijî madeyên hişbir ava bikin. Li dijî madeyên hişbir, em ê Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir ên Rêveriya Herêmî ava bikin. Em ê bi Tora Dildaran, li her dere kampanyayan pêk bînin.

Cîhan ne cihê dagirkeriyê ye, Cîhan mala me hemûyan e

Sermaye bi piştgiriya desthilatdariyê û bi polîtîkayên veguherîne neolîberal, bajaran, gundan û navçeyan cardin ava dike û serdestiya mêrane û newekheviya civakî cardin diafirîne.

*Em ê polîtîkayeke baregehan a ku li ser ewlehî û mehremiyeta mirov hatiye avakirin bi pêş bixin. Em ê jiyangehên erzan, bi şînahî, bi tendurist û li ser cîrantiyeke xurt hatiye avakirin bi pêş bixin.

*Em ê bi hev re ji bo bêmal, koçber, penaber û berastengên jin; baregehên bi ewlehî, bi tendurist û berdest ava bikin.

Hunera li ser azadîxwaziya jinê hatiye avakirin, pêkan e

*Em polîtîkayên zayendparêz, nîjadperest û li ser mezaxtinê hatiye avakirin, qebûl nakin. Em ê çand û hunereke civakparêz û demokratîk bi pêş bixin. Em ê xizmetên çand û hunerê ji bo jinan hêsantir bikin.

Ne reqabet û qezenc, pêşketineke hevpar pewîst e

*Spor, mafê jinan e. Em jin, em ê sporê ji feraseta zayendparêz, neteweparêz û ji polîtîkayên şoven rizgar bikin! Em ê bi rêya rêveberiyên herêmî, hewl bidin ku bila di serî de jin û hemû civak, bi awayekî wekhev ji çalakiyên sporê sûd wergirin.

Jin astengiyan nas nakin

Ji bo ku jinên berasteng beşdarî jiyana gelemperî bibin û ji mafên jiyanî bi awayekî wekhev sûd wergirin, gelek astengî hene.

*Divê hemû jinên berasteng ji hemû mafan û ji hemû azadiyan bi awayekî wekhev sûd wergirin. Em ê bi hev re polîtîkayên rêveberiya herêmî, li gorî pêdiviyên jinên berasteng, diyar bikin.

Cudahiyên me dewlemendiya me ye, em ê li dijî cudakariyê têkoşîna xwe bikin yek

*Em polîtîkaya ku xizanî, tundî, cudakarî û kedxwariyê li ser jinan ferz dike, qebûl nakin. Em nahêlin jin di karê dîplomasiyê de bibin mijara bazara mêran û bazirganiya mirovî.

* Em ê li dijî şerê ku mirovan ji cih û warên wan koçber dike, ji dîrok û bîranînên wan bi dûr dixe, bi hev re têbikoşin.

* Di rêveberiyên me yên herêmî de, di xizmetên perwerde, tenduristî, stargeh û hemû xizmetkariyan de, jinên penaber dê wek hemû jinên herêmê, rastî tu astengiyan neyên. Hemû jin dê bi awayekî wekhev bi zimanên xwe yên dayikê, ji xizmetan sûd wergirin.

Tundiya li ser jinê, polîtîk e

Li dijî desthilatdariya faşîst a tundiya li ser jinê rewa dike, êrîşî zimanê me, bedena me, îradeya me, rêxistina me û destkeftiyên me dike, em jin, em ê hêz û cesaretê bidin hevdu û jiyaneke azad ava bikin.

Qeyûman hemû navendên jinan, penagehên jinan û hemû mekanîzmayên têkoşîna li dijî şidetê girtin û bêbandor kirin. Lê bila qeyûm baş bizanibin ku, em jin, em ê zêdetir destkeftiyan bi dest bixin û van qadan zêdetir belav bikin.

* Di şaredariyan de, em ê li dijî tundiyê  xetên pirzimanî yên wek ‘Alo tundî’ vekin. Em ê xeteke nû ji bo jinên ku guhên wan nabihîzin, vekin.

* Li dijî piştguhkirin û îstimara zarokan û li dijî ‘ensestê’, em ê ‘yekîneyên têkoşîn û şêwirînê’ ava bikin.

* Wekî me berê kiribû, em ê dîsa di rêveberiyên herêmî de, di hemû peymannameyên giştî de, kesên ku tundî li jinan kirine, dê cardin rastî mueyîdeyan/cezayan bên.

Jinên hêja,

Li dijî talana xwezaya me û jîngehên me,

Li dijî mafê me yê jiyanê,

Li dijî destwerdana nan, kar û destkeftiyên me,

Li dijî beden, îrade û hebûna me,

Li dijî tundiya li dibistan, kuçe, kolan û her derê jiyanê,

Li dijî hovîtiya ku siberoja jinan, zarokan, ciwanan û mirovahiyê tarî kiriye,

Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em jin dê bi ser bikevin!”

Dikarî Biecibînî