Argumanên li hemberî jinan bi piştgiriya dewletê pêk tê

Parêzer Hulya Gulbahar û ji Tora Parastina Jinê Gîzem Coşkun der barê serarastkirina mijara nefeqayê de axivîn û diyar kirin astengkirina nefeqayan bi piştgiriya dewletê pêk tê

Sererastkirina nefeqeyê ku yek ji mafên herî sereke yê jinan e û di xala 175’ê a Qanûna Medenî de cih digire, di 3’yê tebaxa 2018’an de di Plana Çalakiya 100 Rojî ya serokomar  Recep Tayyîp Erdogan aşkera kiriye de cih girt û piştî vê nîqaşên sererastkirinek nû dest pê kir. Di çarçoveya vê planê de bi hinceta ‘divê pergala nefeqeyê bê rewşeke adîlane’ ji aliyê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ve bernameya ‘Nîqaşên Rojevê: Pergala Nefeqê’ hat derxistin. Piştî bertekên jinan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul got ku ji bo nermkirina nefeqa bêdem ketine tevgerê. Piştî gotina wezîr hin nûçe û îdiayên manîpulatîf mêr wek mexdûr hatin nîşandin.

Têkildarî mijarê parêzer Hulya Gulbahar diyar kir ku mêr li ser çapemeniya civakî bi navên cuda jinên dest ji hevjînê xwe berdane hedef digirin û komên ku êrîşên mafê nefeqê dikin, ava kirine û wiha got: “Di rayagiştî de agahiyên xapînok tên parvekirin. Tişta jê re dibêjin ‘nefeqaya bêdem’ di esasê de ‘nefeqaya îştîraqê’ ye. Çavberdana nefeqtê tê wateya astengkirina hevberdana jinan a ji hevjînên xwe.”

Gulbahar daxuyand ku nexwestina destberdana jinê tê wateya ku jin biçe mirinê, vegere cem malbatê, terkî birçîbûnê an jî bi mêrekî din re bizewice, bê mehkûmkirin e.

‘Mafên jinan wek acizî tên dîtin’

Di heman mijarê de ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun jî destnîşan kirin ku astengkirina nefeqeyê, rakirina nefeqeyê şîdeta aborî ya li ser jinan e û mekanîznameya dewletê jî îştarêqê vê rewşê dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo jinan şertên xebatê nayên afirandin. Dema mafê jinan didin jî wek acizî tê dîtin. Dibêjin ‘hûn bi qasî nefeqeyê digirin aciz in?’ û bi vê hewl didin pêşî li nefeqeyê bigirin. Hewl tê dayîn qanûna hejmar 6284 a jinan bi têkoşînê bidest xistine û Peymana Stenbolê jî ji wateya wê bê dûrxistin. Avabûnên wek ‘platforma mêrên mexdûr’ bingeheke siyasî ye. Ji bo mafên jinan bên xespkirin rêxistinên siyasî yên piştgiriya dewletê digirin hene. Divê ev rewş bi perspektîfê bê nirxandin û li gorî vê çareserî pêk bên.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî