Li Moskovê konferansa jinên kurd pêk hat

Organizasyona jinên kurd a Moskov-Viyan 6’emîn konferansa xwe ya asayî pêk anî

Organîzasyona jinên kurd a Moskov-Viyan ku li paytexta Rûsyayê Moskovê xebatên xwe dimeşîne, bi tevlêbûna 30 delegeyan 6’emîn konferansa xwe ya asayî pêk anî. Konferansa ku li Mala Çanda Kurd a Moskovê hat kirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, organîzasyonê rapora xebatên du salan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên cuda de li ser jinan, hatin xwendin. Piştî wê sînevîzyoneke li ser têkoşîna jina azad a kurd hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê, dîwana konferansê hate hilbijartin û konferans dest pê kir.

Seroka Viyanê Tara Kadir di destpêka konferansê de axivî. Kadir diyar kir ku ji bo jinên kurd ên li Moskovê bi karibin xwe bi rêxistin bikin û bibin dengê têkoşîna jinên Kurdistanê, di sala 2002’yan de Organîzasyona Viyan damezradine û wiha got: “Em niha 6’emîn konferansa xwe pêk tînin û em ê bi vê konferansê re asta xebatên xwe binirxînin û rêxistinbûna xwe car din bigirin dest, ji bo xebateke xurtir em ê organîzasyona xwe xurtir bikin. Mijareke girîng e ku em bibin dengê têkoşîna jinên li Kurdistanê. Em li ser navê konferansê hevrêya xwe Leyla Guven ku li dijî tecrîda dewleta tirk a paşverû û faşîst ketiye greva birçîbûnê silav dikin û dibêjin; di serî de hevrê Leyla Guven, daxwazên hemû çalakgeran daxwazên me ne jî.”

‘PKK û Ocalan gelê kurd jinûve afirand’

Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Culyeta Aram jî bal kişand ser têkoşîna li dijî faşîzmê tê kirin û ev tişta anî ziman: “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di bin şert û mercên gelek giran de bi têkoşîneke destanî ji nû ve gelê kurd afirand. Beriya salan heke hatibûna gotin ku dê jinên kurd bi navê xwe û zimanê xwe bên li vir Moskovê konferansê li dar bixin, dê tu kes bawer nekirana. Lê belê bi têkoşîna hevpar a PKK û PAJK’ê ev pêk hat. Îro meyleke faşîst a ku dixwaze têkoşîna gelê kurd tune bike û kurdekî bindest û kole ku çawa bixwazin wisa bi kar bînin, biafirînin. Faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze vê bike. Lê belê Rêber Apo ev êrîş û hewldanan hemû vala derxistin, bi têkoşîna dide re civaka kurd azad dike.

Lewre ev faşîzm dixwaze bi tecrîdê, Rêber Abdullah Ocalan bêdeng bike. Lê belê di serî de jin, dê her beşa civakê bi bilindkirina têkoşînê planên qirêj ên TC’yê vala derxe. Niha di serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, Strasboûrg û di zindanê Tirkiyeyê de, parlamenter jî di nav de gelek şoreşgeran ji bo valaderxistina vê polîtîkayê ketine greva birçîbûnê. Em li ser navê konferansê vê têkoşîna hêja silav dikin.” MOSKOV

Dikarî Biecibînî