aram

Jinên ciwan sibê li hev dicivin

Meclisa Ciwanan a HDP’ê, dê li Amedê bi beşdariya 300 delegeyên jin ji bo tecrîdê, grevên birçîbûnê û mijara tecawizê bên cem hev. Endama Desteya Rêvebir a Meclisa Ciwanan Buşra Kûyûn, ji bo vê hevdîtinê bang li jinan kir

Wê Meclisa Ciwanan a HDP’ê di 17’ê sibatê de li Amedê “Hevdîtina Jinên Ciwan” li dar bixe. Endama Desteya Rêvebir a Meclisa Ciwanan Buşra Kûyûn, diyar kir ku ew ê vê hevdîtinê bi dirûşma “Bi ruhê jinên ciwan li ber xwe bide, tecrîdê bişikîne” û “Jiyana azad bi jina azad pêkan e” li dar bixin. Kûyûn anî ziman ku dê ev hevdîtin bi beşdariya 300 delegeyan pêk bê û wê tecrîdê, grevên birçîbûnê, mijara taciz û tecawizê nîqaş bikin. Kûyûn ji bo beşdariyê bang li hemû jinan kir.

Kûyûn destnîşan kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke giran e û wiha got: “Di vê pêvajoya siyasî de hin berpirsiyarên me hene; divê em berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Berê jî me konferaseke jinên ciwan li dar xistibû. Ji wê çaxê heta niha me hin xebat kirin. Me li Serhed, Botan, Çûkûrova, Marmara, Ege û Amedê civînên jinên ciwan çêkirin. Her wiha me fîlm pêşandan û hin atolye li dar xistin. Em ê hewl bidin ku atolyeyên zayenda civakiyî jî li dar bixin. Gelek jinên ciwan tev li me bûn. Wisa bawer dikim ku wê ev hevdîtin jî bi coşeke mezin bê lidarxistin.”

Kûyûn diyar kir ku ew ê bi hev re li dijî polîtîkayên li hemberî jinan têbikoşin û ew ê feraseta zilam  pûç bikin û wiha got: “Di xebatên ji bo amadekariyên hevdîtina jinan de, mijarên wekî jina ciwan kî ye, divê jina ciwan bibe pêşeng û faşîzma zilamî ya li jina ciwan tê ferzkirin hat nîqaşkirin. Çanda tecawizê jî hat nîqaşkirin. Her wiha ji bo serdema nû der barê bilindkirina têkoşînê  de biryar hatin girtin û plansaziyên nû hatin kirin.”

Kûyûn anî ziman ku ew di pêvajoyeke pir dîrokî re derbas dibin û têkoşîna vê yekê di şexsê Leyla Guven de didome û wiha got: “Tecrîd di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî jî li jin û ciwanan tê ferzkirin. Di vî warî de Leyla Guven, ji bo bersiveke pir cidî û xurt bide dest bi greva birçîbûnê kir. Bedena xwe da ber birçîbûnê. Rola dîrokî ya jinê di şexsê Leyla Guven de pêk tê. Xwedîderketina li berxwedana hevala me Leyla Guven û mezinkirina vê têkoşînê peywira jinên ciwan e. Wê li dijî tecrîdê plansazî û çalakiyên me yên xweser hebin.” Kûyûn ji bo têkoşînê bang li jinên ciwan hemûyan kir. AMED