aram

Debara jinên Îdirê; nanê tenûrê

Li herêma Serhêdê bi salan e nanê herî bi tahm bi destê jinan tê pêjandin. Li Îdirê 5 jinan kargeha nanpêjandinê vekiriye û bi hev re bi awayekî hevpar dixebitin û debara xwe pê dikin

Li herêma Serhedê bi salan e jin nanê rojane yê tenûrê dipêjin. Nanê ku ji aliyê jinan ve bi rojan dihate pêjandin, niha li Îdirê jin kargeha nanêpêjandinê vekirine û bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dikin. Kargeha ku ji aliyê 5 jinan ve hatiye vekirin, rastî eleqeyeke mezin tê.

Têkîldarî karê pijandina nanê tenûrê xebatkara bi navê Necîbe Karakuş da zanîn ku her qadên aboriyê  ji jinan re hatine girtin û ew jî ji bo debara xwe bikin cihekî wiha vekirine û wiha got: “Em li vir 5 jin bi hev re dixebitîn. Em serê sibehê saet di 4’an de dest bi kar dikîn û heta êvarê dixebitîn. Her qadên civakî li jinan qedexe kirine. Lê ya pêwîst ew e ku jin li ber xwe bidin û hêza xwe ya afiriner nîşan bidin. Bila jin nebêjin ku ew nikarîn û zehmet e.  Dikarin. Tişta ku jin nikaribe bike tune ye.”

Di heman mijarê de Cahîde Sari da zanîn ku ew bi pêjandina nanê tenûrê debara mala xwe dike û ev tişt anî ziman: “Em serê sibehê zû radibin û dest bi kar dikin. Ji bo ku nanê herî bi tahm derbixin hîn roj dernayê em radibîn. Bi rastî hem em tiştekî bi wate, hem jî tiştekî girîng dikin. Kargeha ku jin tê de  dixebitin kêfxweşiyê dide mirov. Hewcehiya me bi mêran tune ye. Em bi keda xwe qezenc dikin. Em her roj 5 torbeyên ard dipêjin. Em pir zêde diwestin lê em bi keda destên xwe qezenc dikin.”

Her wiha Fatma Karakuş jî destnîşan kir ku ew her tim nanê xwe bi xwe dipêjandin lê cudahiya niha ew e ku niha bi pêjandina nanê tenûrê debara xwe dikin û keda destê xwe digirin. ÎDIR