aram

Jinên Fransayê dê li dijî tecrîdê bimeşin

Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan a Fransayê û Tevgera Jinên Kurd dê sibê li dijî tecrîdê saet di 17.30’an de li Qada Repûblîqûe ya Parîsê bimeşin

Li Fransayê Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan a ku gelek komele, sendîka û partiyên siyasî yên çepgir di nav de ne, dê li hemberî polîtîkaya tecrîd û qirkirinê ya dewleta tirk di 20’ê sibatê de bimeşin. Meş dê saet di 17.30’an de li Qada Repûblîqûe ya Parîsê destpê bike.

Ji bo meşê Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan û Tevgera Jinên Kurd bi daxuyaniyekî banga hevpar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdarê de ji aliyê parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin û got ku tecrîd li dijî mirovayetiyê sûc e û li dijî peymanên Mafên Mirovan a Navneteweyî ye û wiha hat gotin: “Leyla Guven berxwedan û cesareta jinên kurd sembolîze dike. Divê em vê tecrîdê bişikînin û nerazîbûnê nîşanî vê pergala faşîst bidin. Şikandina vê pergalê tê wateya ku dê rejîma qirker a Erdogan a li ser Kurdistanê jî were şikandin.” PARÎS