aram

Necezakirin cesaretê dide mêran

Jin û xwendekarên mamoste Kubra ya li Mêrsînê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, diyar kirin ku gotinên desthilatdariyê û polîtîkayên necezakirinê cesaretê dide zilaman û dan zanîn ku heza tundiya zilam xelas bike, piştevaniya jinan e

Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha çileyê de herî kêm 43 jin hatin kuştin. Dîsa li gorî gelek lêkolînan, piraniya jinan ji aliyê zilamên nas dikin ve tên kuştin. Bûyera herî dawîn jî di 14’ê Sibatê de, li Mêrsînê hat jiyin. Alîkara Midûra Lîseyê ya Pîşeya Keç a Çamlibelê Kubra Aşkin, ji aliyê hevjînê xwe yê berî 2 salan berdabû ve hat kuştin. Jinan û xwendekarên Aşkin, xwestin ku êdî ev kuştin bi dawî bibin.

Xwendekara Aşkin Esra Kûrt, diyar kir  ku ew naxwaze li Tirkiyeyê jin bitirs derkevin kolan û wiha axivî: “Lê dewlet ji bo pêşiya kuştinên jinan bigire heya niha tu pêngavan neavêtiye. Li vî welatî ji bo jinan rêz nayê girtin. Ji ber vê bûyerên wiha tim rû didin. Mafê jinan tune tê hesibandin. Ewqas mafê jinan hene, gelo em sûdê ji kîjanê digirin? Tundiya li ser jinê, ji aliyê civak û dewletê ve tê meşrûkirin. Tundiya zilam a li ser jinan nayê qebûl kirin. Ji bo bi dawî anîna tundiya zilam, ez bang dikim ku hemû kes dengên xwe bilind bikin.”

Xwendekar Yasemîn Soysal anî ziman ku cînayetên jinan bi zanebûna civakê re eleqedar e û wiha got: “Bi giştî nêzîkatiyên heyî, van cînayetan zêde dike. Divê jin li dijî tundî, êrîş û cînayetan bêdeng nemînin. Lazim e em li hemberî hişmendiya serdest serî netewînin.”

Divê destpêkê hişmendî bê guhertin

Endama Komeleya Jinan a Gunebakan a Mêrsînê û Platforma Jinan a Mêrsînê Nûray Kaçmaz jî da zanîn ku di 15 salên dawî de, bi zanebûn cihê jinê ya di nava civakê de tê tengkirin û wiha domand: “Cînayetên jinan û bûyerên îstîsmarê, ne tesaduf in. Pirsgirkêk ne tenê dariznadina kujeran e. Divê  hişmendiya vê pirsgirêkê mezin dike ji holê bê rakirin. Encex bi vî awayî bê çareserkirin.”

Endama Pêkhatiye Mersîn a Hêza bi Hevre û rojnameger Fatoş Sarikaya jî da zanîn ku polîtîka û gotinên AKP’ê êrîş û tundiyên li dijî jinan zêdetir dikin û polîtîkayên ne cezakirinê cesaretê dide zilaman û got ku hêza ku tundiya zilam ji holê rake piştevaniya jinan e. MÊRSÎN