aram

Foza Yûsif: Divê jin bi ruhê Leyla Guven li ber xwe bidin

Foza Yûsif da zanîn ku jinên kurd bi berxwedana xwe bandorekî mezin li jinên cîhanê kir û di dîrokê de cih girt. Yûsif got ku li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê, jinan bi cesaret li ber xwe da û têk bir. Yûsif anî ziman ku jin dê bi berxwedana xwe bigihijin azadiya xwe û bang kir ku bi ruhê Leyla Guven li ber xwe bidin

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif der barê geşedanên siyasî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Jinnews’ê bi Stêrvan Bêrîtan re axivî. Yûsif da zanîn ku serkeftinên jinên kurdan ên li Mezopotamyayê, bandora xwe li ser dîroka mirovahiyê dike. Yûsif diyar kir ku dê demsala biharê de jinên kurd serkeftina xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihînin.

Foza Yûsif di serî de geşedanên li Sûriyeyê nirxandin û wiha got: “Ev sê sal in di navbera rejîma Esad û hin rêxistinên hundir û derveyî Sûriyeyê alozî hene. Ji sala 2018’an ve jî êdî dewlet ketin dewrê. Efrîn û Idlib mînaka vê ne. Bi Dera û Xûtayê re rola dewletên navneteweyî ya di Sûriyeyê de bêhtir derket pêş. Ji ber ku DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe, gelek kes li benda çareserkirina aloziya heyî ye. Ji ber ku gelek mijarên nehatine çareserkirin hene, çareserî ewqas hêsan nîne. Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, rewşa Idlibê tevliheve û ji bo Sûriyeyê jî çareseriyek nehatiye dîtin. Bi zelalbûna van mijaran dikare qala çareseriyekê bê kirin. Tu projeyeke rejîmê û hêzên navdewletî ya ji bo çareseriyê nîne. Ger Cenevre, Soçî û Astana bêencam mabin, sedema wê ew e ku di guhertineke bingehîn di rêbaz de nîne û netevlêbûna hemû tevgerên siyasî yên li Sûriyeyê û  rêveberiya xweser e. Hêzên navdewletî dixwazin aloziyê kûrtir bikin.”

Aqûbeta çeteyên di destê HSD’ê de

Der barê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên di destê HSD’ê de jî Yûsif ev nirxandin kir: “Gelek kesên biyanî yên DAIŞ’î di destê HSD’ê de ne. Hin sedem hene ku dewlet naxwazin van hemwelatiyên xwe yên çete werbigirin. Van kesan li ser ewlehiya welatên xwe weke talûke dibînin. Rêveberiya xweser jî bang li van dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bigirin. Lê heta niha tu bersiveke erênî nehatiye dayîn. Ji ber şerê heyî, girtina van a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê zehmet e. Bi xelaskirina DAIŞ’ê re mijara sereke ku divê bê nîqaşkirin ew e ku her dewlet xwedî li hemwelatiyên xwe derkevin û li welatê xwe bidarizîne.”

Li dijî DAIŞ’ê şerê mirovahiyê

Yûsif daxuyand ku DAIŞ hovîtî û dijmirovatiyê temsîl dike û wiha derbirî: “Li dijî DAIŞ’ê şerekî dijwar hat kirin. Navenda şer jî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû. Gelek berdelên giran hatin dayîn. Ev bedel jî ji bo rizgarkirina herêmê û jiyaneke azad û aştiyane bû. Gelê van herêman deyndarên HSD, YPG û YPJ’ê ne. Ji ber ku fedakariyeke mezin kirin. DAIŞ li ser ewlehiya hemû mirovahiyê gefeke mezin bû. Ev jî tê wê wateyê ku li ser navê mirovahiyê şerekî mezin hat kirin. Dibe ku DAIŞ di hêla leşkerî de têk çûbe lê di mijara çandî û civakî de jî xerabiyên mezin kirin. Divê ev jî bên çareserkirin. Têkbirina DAIŞ’ê ji bo hemû mirovahiyê serkeftineke mezin e. Destkeftiya herî mezin jî ew bû ku hemû gelên herêmê bûn yek û têkoşiyan.”

Şerê jinan ê li dijî DAIŞ’ê

Foza Yûsif piştre jî bal kişand ser rola jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê de û wiha pê de çû: “Di van salên şerê li dijî DAIŞ’ê de tişta herî balkêş, rola jinan bû. DAIŞ’ê sîstema qirêjahiya zîhniyeta  desthilatdar a mêr temsîl dikir. Pênaseyek din a DAIŞ’ê jî, yek jê dijiminê jinê ye. Zilmekî mezin li jinê kir û jin jî li dijî wan şer kir û vala derxistin. Ev têkoşîn pir bi wate ye. Kiryarên wan, kiryarên sedalên navîn bûn. Di wan serdeman de jin li bazaran dihatin firotin, kirîn û dikirin kole. Şengal û gelek deverên din mînaka van pêkanînan e. Lê jinan serî netewand û bi pêşengiya YPJ’ê tola dîrokî ji wan hiland.Divê hemû jin ji vî şerê qirêj encamê derxînin û parastina xwe bikin. Jin di hêla leşkerî û siyasî de pir pêş ket. Ev şer ji jinan re bû mîrasek û divê ku jin xwedî li vê mîrasê derkevin.”

Herêma bi ewle

Têkildarî daxwazên dewleta tirk ên ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî Yûsif nirxandin kir: “Tirkiye dixwaze li ser sînorê Sûriyeyê herêmeke bi ewle bide avakirin. Nîqaşên vê tên meşandin. Rêveberiya xweser jî vê mijarê hinek cuda nîqaş dike û ev herêm li gorî pîvanên navdewletî ye. Tirkiye bi zanebûn vê mijarê dixe rojevê. Di şerê herî dijwar de ev herêm ji hêla gelê gelê wê ve hat parastin. Yên herî zêde ji bo rêveberiya xweser deyndar jî dewleta tirk e. Ji ber ku ger ji berxwedana HSD, YPG û YPJ’ê nebûya dê hemû sînor biketa destê DAIŞ’ê. Lê dewleta tirk ji DAIŞ’ê aciz nîne. Dema DAIŞ li Girê Spî û Kobanê, dewleta tirk qala herêmekî wiha nedikir. Daxwaza sereke ya Erdogan ew e ku alozî çareser nebe û kurd bê statû bimînin. Dewletên navdewletî jî dixwazin bingeha berjewendiyên desthildatdaran ava bikin. Rêveberiya xweser jî li dijî herêma bi ewle ye. Hêza ku tevî hemû zehmetiyan sînorê xwe parast û xwedî hêza parastina sînorên xwe jî rêveberiya xweser e.”

Helwesta rejîma Esad

Di berdewamê de jî Yûsif got ku daxuyaniyên rejîmê yên dawî Sûriyeyê bêhtir dixe nava çiravê û wiha derbirî: “Pirsgirêkên giran li Sûriyeyê hene. Divê rejîma pirsa sedema alozî û şerê heyî baş ji xwe bike. Sûriye niha parçe bûye û beşek di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Bi hezaran kes koçber bû. Ji bo çareseriyê, guhertineke bingehîn pêwîst e. Lê xuyaye ku ji şerê 8 salan ders nederxistine ku hîn Sûriyeya beriya sala 2011’an dixwaz e. Pirsgirêka Sûriyeyê, pirsgirêkekî makeqanûnî ye. Lê makeqanûna Sûriyeyê antîdemokratîk e. Li ser hemû gel, ziman û pêkhateyan  yekperestiyê ferz dikin. Lê gelên Sûriyeyê neçarên vê yekperestiyê nînin. Israra rejîmê tê wateya kûrkirina şer. Divê ji bo çareseriyê gavên pratîkî biavêjin.”

Bêdengiya saziyên navdewletî ya li Efrînê

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif bi lêv kir ku saziyên mafên mirovan jî mîna dewletan li hemberî dagirkirina Efrînê bêdeng man. Yûsûf anî ziman ku li Efrînê mirovahî ketiye bin lingan lê ev sazî bêdengin û wiha axivî: “Efrîn ji bo van saziyan bû azmûnek. Lê tevî ku li Efrînê mirov tên kuştin, jin tên revandin, demografyaya herêmê tê guhertin û sûcên mirovahiyê tên kirin, ev sazî bêdeng in. Divê kiryarên van sûcan di dadgehên navdewletî de ji sûcên mirovahiyê bên darizandin. Divê ji dewleta tirk hesab bê pirsîn. Bi bêdengiya xwe re ev sazî hevkariya dewleta tirk dikin. Niha xwe li rola kor û lalbûnê danîne.”

Çalakiyên grevên birçîbûnê

Foza Yûsif têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha got: “Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şerek hatiye ragihandin. Îşkence tên kirin û hemû mafên kurdan tên binpêkirin. Yên ku dibêjin çalakiya Leyla Guven û hevalên wê tenê ji bo tecrîda li ser Ocalan û gelê kurd e, wateya çalakiyê teng dikin. Li ser gelê kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Bi çalakiyên grevên birçîbûnê re jî li dijî faşîzmê ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin. Ji bo avakirina pergalekî demokratîk tên kirin. Gelê kurd tê kuştin û girtin û Kurdistan veguheriye zindanekî servekirî. Lê tevî vê jî hemû cûhan bêdeng e û ev durûtiyeke mezin e. Ya ku tê xwestin ew e ku her kes li dora berxwedana çalakvanan bibe xelek û li dora Leyla Guven û çalakvanan heta dawiyê piştgiriyê bidin. Çalakvan dixwazin qêrîna gelê kurd bidin guhdarkirin. Ji ber ku hebûn û nebûna kurdan tê nîqaşkirin.”

8’ê Adarê

Yûsif bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê jin di sala 2019’an de cejna xwe bi serkeftina li dijî DAIŞ’ê û bi berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên jin pîroz bikin. Têkoşîna jinên kurd û Mezopotamyayê bandoreke dîrokî li ser tevahiya mirovahiyê kir. Di biharê de jî dê jin serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihînin. Jinên li Efrînê bi êşeke giran cejna xwe pêşwazî dikin. Jinan êdî biryara azadiya xwe daye û bedel çi dibe bila bibe ji vê meşa azadiyê veger nîne. Niha civakek bi pêşengiya jinan tê avakirin û bi pêşengiya wê serkeftinên mezin tên bidestxistin. Ev ji bo hemû jinan nirxeke mezin e. Divê hemû jin bi ruhê berxwedanê yê Leyla Guven, YPJ û jinên Efrînê cejna xwe pîroz bikin. Divê jin bizanin ku pirsgirêka wan a azadiyê heye û di vê çarçoveyê de jî bîst û çar saetan têbikoşin. Şerê azadiyê tê meşandin û êşên wê yên giran hene. Lê îrade û hêza jinan heye ku berxwedana xwe bi azadiyê tacîdar bikin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî