‘Em te dibînin û dibihîzin’

Navenda Nûçeyan

Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojiyê ji bo Leyla Guven name şand. Di nameyê de hat gotin ku têkoşîna Leyla Guven a ji bo azadiyê û aştiyê pîroz e û hat diyarkirin ku ew berxwedana Guven dibînin û dibihîzin

Hevseroka KCD’ê û parlamenter Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Guven ket roja 112’yemîn.  Piştgiriyê ji bo çalakiya Guven her ku diçe zêde dibe. Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojiyê ya li rojavayê Kurdistanê jî ji bo piştigiriya çalakiya Guven name şand.

Di nameyê de ev tişt hat gotin: “Hevala hêja bi ruhê şoreşê em ji te hêzê digirin û ji te re vê nameyê dişînin. Em dixwazin ji te re bêjin ku em te dibînin û dibihîzin. Bi hest, raman û têkoşîna xwe em bi te re ne. Em dibînin ku tu bi hêzeke mezin li hemberî zilma faşîzm û tecrîdê li ber xwe dide û pêşengtiya berxwedanê dike. Her wiha em dizanin ku çalakiya te ne tenê çalakiyek li dijî dijminên azadiyê ye. Di heman demê de çalakiya te bangewaziyek e ku em ji bo parastina nirxên mirovahiyê hemû rabin, hêz û têkoşîna xwe bikin yek. Tu bang li tevahî jinên cîhanê dikî ku bêdengiya xwe bişikînin û eniya hevbeş li hemberî faşîzmê li Tirkiyeyê û li her derê ava bikin. Têkoşîna te wekî pêxistina agirekî ye ku têkoşina tevahî tevgerên jinan geş dike. Tu rêya me ronî dikî û ji me re pêşengtî dikî da ku em ê çawa vîn û biryara xwe zelal bikin, têkoşîna xwe mezin bikin.

Hevala giranbiha, em bi te re ne. Jinên ku li ber xwe didin tu carî ne bi tenê ne. Çawa te feyza xwe ji Sarayan girt em jî ji te digirin. Bi têkoşîna xwe wekî jineke kurd, wekî endameke Tevgera Jinên Kurd û ji bo azadiya gelê xwe tu bûye rênîşana azadiya jin û gelên cîhanê.

Li ser vê xetê em tevî rêheval û xwişkên xwe li vir, li Rojava û li welatên xwe bi gelên xwe re têdikoşin. Em zanebûna xwe ya li ser dîroka jinê, armanc û hêviyên xwe yên pêşaroja azad dikin yek. Bi vî rengî têkoşîna xwe ya gerdûnî xurt dikin. Jiyan û cîhanek ku em xeyal dikin gav bi gav ava dikin. Tu vê jiyana rast û cîhaneke nû ji me re nîşan didî.  Di 8’ê Adarê de, em ê bi pêşengtiya sekin, çalakî û bangewaziya te dakevin qadan. Li kîjan bajar an gundê cîhanê bibe bila bibe tu wê di her kombûn û çalakiya jinan de bi me re bî. Mil bi mil em ê têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê û yên tevahî jinên cîhanê mezin bikin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li gorî paradigma ya Rêber Abdullah Ocalan bê çareserkirin, em ê têbikoşin. Em ê bi ruhê berxwedana te têkoşîna xwe li dijî tecrîdê berdewam û mezintir bikin.

Em berxwedan û têkoşîna te û rêhevalên te yên zindanan bi rêzdarî silav dikin. Ji bo şikandina tecrîdê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku bibe bingeha azadiya gel û jinên cîhanê, em e têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin. Bi baweriya serkeftinê em te hembêz dikin, rêzdarî û hezkirina xwe ji te û hemû rêhevalên me re dişînin.”