aram

Jin ji bo azadiyê di grevê de ne

TJA grevên jinan ên li dijî tecrîdê silav kir û bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de tev li çalakiyan bibin

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew peyrevên pêşengên dîroka têkoşîna jinê yên Clara, Rosa, Sara, Sêvê, Nûdem û gelek hevrêyên xwe yên jin in û îsal bi dirûşma ‘’Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, jin di grevê de ne’ dê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.

TJA’ê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û çalakiya jinan û destnîşan kir ku tecrîda teqez a li ser Ocalan tecrîda li ser civakê ye û wiha domand: “Jinên siyasetmedar û aktîvîst bedena xwe dane ber birçîbûnê û li ser jiyana azad a civakî rawestiyane. Bi pêşengiya jinan careke din tirs û dîlgirtina ku li ser civakê hatiye ferzkirin, tê şikandin.”

Banga tevlêbûna çalakiyan

Her wiha TJA’ê di dawiya daxuyaniyê de ji bo beşdarbûna jinan a çalakiyan wiha bang kir:Em bang li hemû jinan dikin bi lîlandin û rengên xwe li dijî faşîzmê 8’ê Adarê di mîtîngên Amed, Wan û Êlihê de têkoşînê geş bikin. Li dijî qeyûmê dagirker ku dixwaze destkeftiyên me jinan tune bike 7’ê Adarê li Wanê em ê ‘Rapora Qeyûm a Jinê’ ragihîhin. Li gelek bajaran em ê kartan ji hevalên xwe yên jin ên zindanan re bişînin. Her wiha em bang dikin ku hemû jin tev li şahî, meş, panel, muzîk, pêşangeh, nîşandan fîlm û pêşengaha wêneyan bibin.” AMED